Şêniyên Kobanê li dijî polîtîkayên rejîma Îranê meşiyan 2024-01-31 15:17:20     NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên Kobanê li dijî polîtîkayên rejîma Îranê yên darvekirina ciwanên Kurd û êrîşên kîmyewî yên dewleta tirk meşiyan.   Rejîma Îranê duh di 30’ê Çileyê de 4 ciwanên Kurd darve kir. Ev bûyer di nava gelê Kurd e hêrseke mezin çêkir ku li gelek deverên Kurdistanê meş pêk hatin. Her wiha dewleta tirk hinek deverên Başûrê Kurdistanê jî bi çekên kîmyewî bombebaran kir.   Di vê çarçoveyê de Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Firatê meşek birêxistin kir.   Di meşê de şêniyên Kobanê, Rêveberiya Xweser, Kongreya Star, partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û malbatên şehîdan amade bûn.   Di meşê de wêneyên kesên hatine darvekirin û yên di encama bombebarana kîmyewî de jiyana xwe ji dest dan, hatibûn hildan.   Meşê bi berzkirina dirûşmên ku polîtîkayên qirkirinê yên li hemberî gelê Kurd, ji qada Jina Azad dest pê kir û li qada Aştî bi dawî bû.   ‘Têkoşîna me ya ji bo azadiyê xurt dibe’   Endama komîteya Civakî ya Kongreya Star Xûnav Xelîl helwesta xwe wiha anî ziman: “Rejîma Îranê çend roj berê 4 ciwanên ku behsa azadî û mafên xwe kirin, bi darve kir. Bêguman ev rêbaz xwe dispêre polîtîkayên hêzên li Kurdistanê dagirker ku gelê Kurd di her derfetê de qir bikin. Li Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê rojane ciwan û jin di qirkirinê re derbas dibin. Ev hêzên dagirker ditirsin ku parçeyên ji Kurdistanê dagir kirine ji dest wan biçin û Kurd serxwebûna xwe bi dest bixin. Bêguman ev şêwazên ku bi salan tên bikaranîn, li hemberî têkoşîna me nebûn asteng. Berovajî em roj bi roj bihêz dibin û têkoşîna me ya ji bo azadiyê xurt dibe. Em weke jinên ji Kobanê jî di helwesta xwe de bi îsrar in û em ê li dijî hemû polîtîkayên qirkirinê xwedî têkoşîn bin. Li ser vê bingehê em bang li gelê Kurd û bi taybetî jî jinan dikin ku em hebûna xwe ji qirkirinê biparêzin û yekitiya xwe bihêz bikin.”