Li Agiriyê jinekê bi gûman jiyana xwe ji dest da 2024-01-31 14:21:25     AGIRÎ - Li Agiriyê jina bi navê S.O. bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest da.   Li gundê Agiriyê yê bi navê Baliksu, jina bi navê S.O. ku bi malbata xwe re dima a 20 salî bi awayê bi gûman duh êvarê  jiyana xwe ji dest da.    Tîmên tendirustyê ku li ser agahdarkirina malbatê hatin cihê bûyerê diyar kirin ku S.O. jiyana xwe ji dest daye. Hat diyarkirin ku S.O. bi çeka li malê dawî li jiyana xwe aniye. Hat diyarkirin ku wê cenazeyê S.O. yê rakirne nexweşxaneyê piştî otopsiyê bê definkirin. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.