Di Nobeta Edaletê de greva birçîbûnê hat destpêkirin 2024-01-31 14:19:33     ÎZMÎR - Rêxistina ESP'ê ya Îzmîrê ya çû serdana Nobetên Edaletê ji bo piştevaniya bi grevên birçîbûnê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya sê rojan kir.    Ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ku 34 roj in agahî jê nayê girtin û li grava Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin, greva birçîbûnê ya ku hatiye destpêkirin di roja 66'an de dewam dike. Ji bo piştgiriya çalakiyên greva birçîbûnê li gelek bajaran çalakiyên Nobetên Edaletê dest pê kirin. Bi pêşengiya EGE TUHAYDER'ê û Tevgera Jinên Azad (TJA) Nobeta Edaletê li Îzmîrê dest pê kir û di roja 16'an de dewam dike. Afîşa "Li dijî tecridê berxwedan" li cihê çalakiyê hat vekirin. Rêxistina Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) a Îzmîrê, Rêxistina DEM Partiyê ya Bucayê û gelek kes hatin serdana çalakiyê.    Hizir Ali Kiliç ê li ser navê ESP'ê axivî. Hizir diyar kir ku wan ji bo piştevaniya bi girtiyên ketine greva birçîbûnê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya sê rojan kirine.    'Bi awayekî sîstematîk li girtîgehan îşkence tê kirin’   Rêveberê ESP’a Îzmîrê Hizir Alî Kiliç diyar kir ku girtîgehên bi tîpên R,S û Y’ê “îşkencexane” ne û wiha got: “Îktîdar li van girtîgehan bi awayekî sîstematîk îşkenceyê dike. Kesên dixwazin piştevaniyê bidin girtiyan jî tên binçavkirin. Duh di encama serdegirtinên malan de serokê me yê bajar Kerîm Altinmakas û gelek rêhevalên me ji ber ku çûbûn serdana rêhevalên me yên di girtîgehan de hatin binçavkirin. Ji bo piştevaniya bi rêhevalên xwe yên girtî re em dengê xwe bilind dikin û dê tişta ji destê me tê bikin.”    'Tevî vê yekê jî gelê kurd berxwedana xwe mezintir dike’   Bi domdarî Hizir bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku li Îmraliyê tecrîdeke taybet tê meşandin û axaftina xwe wiha qedand: “Tevî vê yekê jî gelê kurd berxwedana xwe mezintir dike. Malbatên girtiyan li Kurdistan û Tirkiyeyê bi Nobetên Edaletê li ber xwe didin. Em vê berxwedana birûmet ji dil û can silav dikin. Ya ku dê me bigihîne serkeftinê jî ev berxwedana we ye. Heta ku tecrîd parçe dibe jî dê ev têkoşîn bidome. Em jî ji îro ve li dijî tecrîda li ser girtiyên siyasî dest bi greva birçîbûnê dikin. Banga me ya ji bo hemû rêxistinên mafên mirovan û partiyên siyasî ew e ku vê têkoşînê mezin bikin û em vê tecrîdê bi hev re parçe bikin. Bi bêdengiya xwe em nebin şirîkê sûc.”    Çalakiyê bi gotina stranan û bi serdanan dewam kir.