Meclîsa Kongra Star encamnameya civîna xwe aşkera kir 2024-01-31 11:30:49     NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Kongra Star a Rojava encam û biryarên civîna xwe ya salane bi daxuyaniyekê eşkere kir.   Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 27’ê Çileyê de bi dirûşma ''Bi pêşengiya Zelal û Nûdeman em ê tecrîdê bişkînin û rêxistina xwe ava bikin”, civîna xwe ya salane li dar xist. Encamên civînê bi daxuyaniyekê hate eşkerekirin.   Li gorî daxuyaniyê biryarên di civînê de hatin wergirtin û plansaziya hate danîn bi vî rengî ye:   "* Konferansa ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî, bi pêşengiya Kongra Star û Koma Jinên Zenûbiyayê wê meha Sibatê bê lidarxistin.   * Nameyên ku ji aliyê jinên kurd, ereb û êzîdî ve bên nivîsandin ji bo Rêbertî bê komkirin û bi rengê pirtûka ji derya dilê me re wekî berga duyem bê çapkirin.   * Li ser bingeha paradîgmaya neteweya demokratîk li welatên Rojhilata Navîn kar werin meşandin.   * Li Helebê avakirina komîteya dîplomasiyê.   * Çêkirina dosya li ser jinên pêşeng ku ji hêla dewleta Tirk a faşîst ve hatin qetilkirin û ji aliyên peywendîdar re bê rêkirin.   * Destpêkirina lêkolînekê li ser sosyolojiya civakê li gorî her herêmekê û rewşa jin tê de berî û piştî şoreşê, paşê komkirina van lêkolînan û ji hêla komîteyekê ve ser bê sekinandin û li gorî wê çareserî bê peydakirin.   * Xurtkirina sîstema hevserokatiyê li tevahî komîn, sazî û desteyên rêveberiyê.   * Di vê salê de vekirina 3 dewreyên perwerdeyê yên biranşan. Her wiha vekirina 3 perwerdeyên li ser kuştina zihniyeta zilaman di nava vê salê de.   * Meclîsa Jinên Êzidî di asta Sûriyeyê de bê berfirehkirin.   * Li gor pêwîstiyan vekirina malên parastina jinê.   * Li hember dagirkeriya dewleta Tirk, li Serêkaniyê, Efrîn û Girê Spî rêzeçalakî bi pêşengitiya jinê bê lidarxistin.   * Cih ji zarokên jinên di nava kar de bê vekirin.   * Li hemû komîn, tax, bajarok û bajaran perwerde li ser danasîn û rêziknameya Kongra Star bê dayin."