Li Îmraliyê ji 1999’an heta niha tecrîda giran 2024-01-31 09:06:56     Marta Somek   STENBOL - Komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 25 sal li pey xwe hişt û ev 35 meh in tu agahî jê nayê girtin. Li dijî tecrîdê li her derê têkoşîn didome. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji 1999’an heta niha ji bo hevdîtinê gelek serlêdan kirin. Me ev serlêdan berhev kirin.   Komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 25 sal li pey xwe hişt. Ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin. Li dijî tecrîdê li her çar alî cîhanê têkoşîn didome. Li dijî komployê di çar mehên ku ji roja Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan anîne Îmraliyê 63 kesî got ‘hûn nikarin roja me tarî bikin’ û bedena xwe dan ber agir.   Roja Reş û berxwedana bi dawî nabe…   Ji aliyê gelê Kurd ve komplo bi çalakiyên cuda hatin protestokirin. Gelê Kurd cilên reş li xwe kirin û ev kirin wek rîtuelê. Ev roj wek roja reş bi nav kirin û li her derê di vê rojê de dengê xwe bilind kirin.   Abdullah Ocalan ji roja hatiye girtin heta niha pêşniyarên çareseriyê danî holê, perspektîf danî holê.  Ji Avustruyayê bigirin heta Afrîkayê, ji Kurdistanê bigirin heta Gelên Rojhilata Navîn her kes li dora paradîgmaya ‘Demokratîk ekolojîk û azadî ya jinê’ hatin gel hev.   Daxwaza azadiya fîzîkî   35 meh in tevî hemû hewldan û serlêdanan tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin. Parêzer, malbat û rayagiştî li her derê çalakiyan didomînin. Ji her derê bang tê kirin ku demildest tecrîd bidawî be. Girtiyên siyasî di çarçoveya van çalakiyan de di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê kirin. Piştî vê li derve jî xizmên girtiyan dest bi Nobeta Edaletê kirin.   Di 2023’yan de 169 serlêdan   Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrin di 17’ê Çile de rapora tespîta sala 2023’yan bi rayagiştî re parve kir û da zanîn ku seranserê salê parêzeran 110 caran, malbatan jî 59 carî serlêdan kiriye.   Hevdîtin tên astengkirin   Serlêdanên parêzeran ne erênî ne jî neyînî bersivekê digire. Serlêdana malbatan jî bi hinceta ‘cezayên dîsîplînê’ û ya parêzeran jî bi hinceta ‘qedexeya hevdîtina parêzeran’ tê redkirin. Parêzeran li dijî vê gelek carî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dane.   Hevdîtina dawî hat birîn   Herî dawî  Abdullah Ocalan di 25’ê Adara 2021’ê de bi birayê Mehmet Ocalan re hevdîtinek telefonê kiribû û hevdîtin di nîvê de hatibû qutkirin.   Parêzer 4 sal in nikarin hevdîtinê bikin   Yek ji parêzerên Abdullah Ocalan Rezan Sarica û Newroz Uysal piştî 8 salan şûnde di 2-22’ê Gulan, 12-18’ê hezîran û 7’ê Tebaxa 2019’an de çûbû hevdîtinê. Ji wê rojê şûnde hevdîtin nehatin kirin.   Ji 1999’an de serlêdanên parêzer û malbatan ên hatine kirin me berhev kirin.   Hevdîtinên parêzeran:   *1999’an de 62 hevdîtin hatin kirin.  *Sala 2000’î de 54 serlêdan hatin kirin, 34 hevdîtin hatin kirin. *2001’ê de 52 serlêdan, 32 hevdîtin hatin kirin.  *2002’yan de 52 serlêdan, 32 hevdîtin hatin kirin. *2003’an de 55 serlêdan, 20 hevdîtin hatin kirin.  *2004’an de 53 serlêdan, 23 hevdîtin hatin kirin.  *2005’an de 51 serlêdan û 16 hevdîtin hatin kirin.  *2006’an de 60 serlêdan, 24 hevdîtin hatin kirin.  *2007’an de 60 serlêdan, 30 hevdîtin hatin kirin.  *2008’an de 56 serlêdan, 38 hevdîtin hatin kirin.  *2009’an de 61 serlêdan, 50 hevdîtin hatin kirin.  *2010’an de 65 serlêdan, 43 hevdîtin hatin kirin.  *2011’an de 84 serlêdan, 24 hevdîtin hatin kirin.    Ji bo qedexeyên hevdîtinan hincet neqediyan   Piştî 2011’an şûnde qedexeyên hevdîtinan zêde bûn. Di pêvajoyê de 324 caran gotin ‘ koster xerabeye’, 45 caran gotin ‘muxalefeta hewayê’, 54 caran gotin ‘keştî tê çêkirin’, 11 caran gotin ‘betlaneya fermî ye’, 22 caran gotin ‘keştî xerabeye’ û 719 carî jî bersiv nedan.   *2012’an de 104 serlêdan hatin irin. 73 caran gotin keştî xerabeye 14 caran gotin hewa xerabeye, 16 caran gotin keştî tê çêkirin, carekê jî gotin betlaneya fermî ye.    *2013’an 102 serlêdan hatin kirin. 82 caran gotin keştî xerabeye. 9 caran gotin keştî tê çêkirin. 4 caran gotin betlaneya fermî ye.   *2014’an de 104 serlêdan hatin kirin û 86  caran gotin keştî xerabe ye. 9 caran gotin keştî tê çêkirin û 6 caran jî gotin betlan fermî ye.   *2015’an de 100 serlêdan hatin kirin. 24 heb serlêdan bi hinceta muxalefeta hewayê hat redkirin, 20 caran bi hinceta keştî xerabeye hat redkirin.   *2016’an de 126 serlêdan hatin kirin. Ev serlêdan jî bi hincetên keştî xerabene, muxalefeta hewayê hatin redkirin.   *2017’an de jî tu serlêdan nehat bersivandin. Di 2017’an de 791 serlêdan hatin kirin.   Hevdîtinên malbatan:   *1999’an de 12 serlêdan, 12 hevdîtin. *2000’an de 11 serlêdan, 11 hevdîtin. *2001’ê de 6 serlêdan, 4 hevdîtin. *2002’an 9 serlêdan, 9 hevdîtin. *2003’an de 26 serlêdan, 8 hevdîtin. *2004’an 33 serlêdan, 15 hevdîtin. *2005’an 34 serlêdan, 17 hevdîtin. *2006’an 25 serêldan, 13 hevdîtin. *2007’an de 20 serlêdan, 8 hevdîtin. *2008’an de 13 serlêdan, 9 hevdîtin *2009’an 17 serlêdan, 15 hevdîtin. *2010’an de 13 serlêdan, 8 hevdîtin. *2011’an de 11 serlêdan, 2 hevdîtin.  *2012’an de 4 serlêdan, hevdîtinek hat kirin.  *2013’an de 25 serlêdan, 14 hevdîtin. *2014’an de 18 serlêdan, 6 hevdîtin.    Piştî 2014’an de bi awayekî sistematik qedexeya hevdîtina malbatan anîn.    *2015’an de 47 serlêdan hat kirin û ji bo vê yekê jî destûr nehat dayîn.  *2016’an de 77 serlêdan hatin kirin û hevdîtinek pêk hat.  *2017’an de 46 serlêdan hatin kirin û destûr ji bo yek hevdîtinekê nehat dayîn.  *2018’an de 45 serlêdan hatin kirin ji bo yekê jî destur nehat dayîn. *2019’an de 51 serlêdan hat kirin û 2caran destûr hat dayîn. *2020’î de 57 serlêdan hatin kirin, destûr nehat dayîn. Tenê hevdîtinek telefonê hat kirin. *2021’ê de 55 serlêdan hat kirin, destûr nehat dayîn.  *2022’an de 51 carî serlêdan hat kirin û bersiv nehat dayîn. *2023’an de 59 caran serlêdan hat kirin û bersiv nehat dayîn.