ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2024'AN 2024-01-31 09:00:00     *Alîkara Hevserokê ya DEM Partiyê ya Wanê Herdem Acar, bal kişad ser "Meşa mezin a azadiyê" û got: "Em bang li gelê xwe dikin ku bên bi girseyî em şandeya xwe birêvebikin." BI DÎMEN    *Rojnamegerên jin derbarê taloqkirina rûniştina hevpîşeya xwe rojnameger Dîcle Muftuoglu de axivî û diyar kirin ku ji ber nasnameya kurd û jine, tahliyeya wê hatiye taloqkirin. Rojnamegeran banga parastina rojnamegeriyê kirin. BI DÎMEN    *Namzetên hevşaredariyên DEM Partiyê der barê proje û bajarên ku ava bikin de axivîn û diyar kirin ku hedefa wan ya ewil ev e ku der barê jin û ciwanan de xebatan bimeşînin. BI DÎMEN    *Hunermenda NÇM’ê Dîlan Suyu da zanîn ku ji bo pêşî li asîmîlaysonê bigirin dibistana muzîkê ya Egîdê Cimo avakirine û got: “Em bê bi dengên ji radyoya Erîvanê bililnd bûye bibin bersiva pergalê. Hedefa me ev e ku em li dibistanê muzîsyenên jin bigihînin. Dirûşmeya me ‘Kurdî bixwîne, Kurdî binivîsîne, Kurdî bifikire’. Em hemû ciwan û jinan xwedixwînin dibistana xwe.” DÎMEN HEYE   * Dayik û Dayikên Aştiyê yên ku xizmên wan di grevên birçîbûnê de bûn, li Enqerê bûn û banga pêkanîna edaletê kirin û gotin: "Ger dengê zindanan neye bihistin wê wek dayik bikevin greva birçîbûnê." BI DÎMEN    *Komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 25 sal li pey xwe hişt û ev 35 meh in tu agahî jê nayê girtin. Li dijî tecrîdê li her derê têkoşîn didome. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji 1999’an heta niha ji bo hevdîtinê gelek serlêdan kirin. Me ev serlêdan berhev kirin.