Namzetên DEM Partiyê ji aliyê hezaran ve hatin pêşwazîkirin 2024-01-30 20:13:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetên DEM Partiyê li gelek kesan ji aliyê bi hezaran kesî ve bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) duh li Amedê ji bo 96 navendan, namzetên xwe yên hevşaredariyê dan nasîn. Gelek endamên hevşaredariyê îro li herêmên xwe yên hilbijartinê bi awayek girseyî hatin pêşwazîkirin. Di çalakiyên pêşwazîkirinan de dîmenên xweşik derketin pêş.    Mêrsîn   Namzetên Şaredariya Akdenîzê yên DEM Partiyê, Nuriye Arslan û Hoşyar Sariyildiz piştî ku duh tevli bernameya danasînê bûn, îro dora saetên nîvro gihiştin Mêrsînê.    Gelak rêxistinên sivîl, rêxistinên navend û navçeyan ên partiyan û gelek kes li pêşiya têketina turnîkeyên Mêrsînê, namzetên hevşaredariyê pêşwazî kirin.    Girse tevî baranê bi alên DEM Partiyê namzetan, bi coşeke mezin pêşwazî kir û piştre wek konvoy hat Rêxistina DEM Partiyê ya li navçeyê Akdenîzê. Dema pêşwazîkirinê de stran hatin gotin û govend hatin gerandin.    Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrsînê Reşat Aşan û Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan destnîşan kirin ku ew starta hilbijartinê dane û dan zanîn ku ew ê qeyûman bişînin. Namzetên Hevşaredariyê Nuriye Arslan û Hoşyar Sariyildiz jî anîn ziman ku ew ê pêvajoya hilbijartinê bi gel re bidin meşandin. Girse piştî daxuyaniyê tev li Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Çukurovayê (Çukurova) bûn.    Agirî   Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê li Agiriyê ji aliyê bi hezaran kesî ve hatin pêşwazîkirin. Namzet li navenda Agiriyê û navçeyên wê Panos, Bazîd, Giyadîn, Dutax û Avkevirê bi coş hatin pêşwazîkirin. Namzet bi konvoyên ji sedan wesayîtan pêkhatî li navenda bajar û navçeyan geriyan.   Li kolana herî qelebalix a bajêr li Kolana Cûmhûriyetê ya Agiriyê bi beşdariya hezaran kesî meşek hat lidarxistin. Piştre namzeta Hevşaredariyê ya Agiriyê ya DEM Partiyê Hazal Aras li ber avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Bajêr axivî û got: "Em projeyên ku em nikaribin soz bidin, pêşkêş nakin. Em bi projeyên domdar tên. Heya ava qirêj û meseleya gihaniyê, em ji bo çareseriya gelek pirsgirêkan tên. Em ê şaredariya Agiriyê bi dest bixin. Desthilat ji bo Şaredariya Agiriyê ji gelek cihan hilbijêran vediguhêzîne bajêr. Em ê van kirinan bişopînin. Em ê serlêdanên pêwîst bikin. Em ê hemû mafên xwe yên qanûnî bi kar bînin."   Îdir   Li Îdirê namzetên hevşaredariyê, li hevraza Sûverenê ji aliyê partiyê ve hatin pêşwazîkirin. Namzet bi def û zirneyê hatin pêşwazîkirin.