Girtiya nexweş Muhlîse wê bê emelyatkirin 2024-01-30 18:21:51   ÎZMÎR- Girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel ya 60 salî ku li girtîgehaTîpa R ya Menemenê girtiye, ji ber xitimandina damaran rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Ataturk. Doktoran diyar kir ku divê Muhlîse  emelyata dil bibe.   Girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel ya 60 salî ku li girtîgehaTîpa R ya Menemenê girtiye, di 4’ê Gulana 2023’an de ji ber xitimandina damaran rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Ataturk.  Muhlîse di 22-26’ê Çile de du caran anjiyo bû û 26’ê Çile de dîsa rakirin nexwşexanê. Doktoran got divê Muhlîse ji dil emelyat bibe.  Ji bo emelyatê li bende erêkirina malbatê ne.   Muhlîse ku tevî nexweşa girane ji ber rapora ATK’ê nayê berdan.