Ji Nobeda Edaletê: Bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin 2024-01-30 14:49:03     WAN - Nobeda Edaletê li Wanê di roja 57'an de dewam dike. Di çalakiyê de banga, "Bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin" hat kirin.   Li Wanê Nobeda Edaletê ya ku di çarçoveya kampanya, "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyas" hat di pêşeniya Komeleya Pitevaniya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran (TUHAY -DER) hat destpêkirin di roja 57'an de dewam kir.  Nobeda ku li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Wanê dewam dike, ji aliyê niştecihên taxa Xaçortê ya navçeya Rêya Armûşê, endamên Meclisa Daiyên Aştiyê û rêxistina navçeya Ebaxê ya DEM Partiyê ve hat ziyaretkirin.    'Divê herkes piştgiriyê bide têkoşînê'   Hevseroka DEM Partiyê ya Navçeya Ebaxê Pinar Demîr, diyar kir ku tecrîd sucê mirovahiyê ye û got ku dayikên ku li dijî vî sucî di Nobeda Edaletê de ne divê herkes piştgiriya wan bike û got, "Em heta dawî li pit berxwedana li zindanan e."   'Xwedî li berxwedanê derkevin'   Dayika Aştiyê Ayten Salgir jî got ku divê demildest dawî li tecrîdê bê anîn û ev tişt got, "Divê bi birêz Ocalan ser hevdtîin bê kirin û berî ku rewşa girtiyên di çalakiyê de bikeve xeterê divê her kes rabe ser piyan. Divê îqtîdar demildest gavê biavêje."   Çalakî bi sitranan û dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" dewam kir.