Îtîraza veguhestina dengdêran di bin navê ‘ewlehiyê’de hat redkirin 2024-01-30 09:04:12   Rojda Aydin   ERZIROM - Li Qereçobanê ku 320 dengdêr li du navnîşên avahiyên Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Qereçobanê hatine veguhestin. Rêxistina DEM Partî ya navçeyê ku ji Lijneya Hilbijartinê re îtîraz kir, di bin navê “ewlehiyê” de hat redkirin. Hevseroka DEM Partî ya Erziromê Turkan Sunbul, da zanîn ku bi zanebûn ev polîtîkaya bê hiqûqiyê tê meşandin û got ew ê di 31’ê Adarê de bersivê bidin.     Bi nêzîkbûna hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê, li gelek bajarên Kurdistanê vegûhestina dengdêran pêk tê. Heta niha li gelek bajarên Serhedê ku hilbijêr hatin veguhestin, Partiya Wekheviya Demokratîk a Gelan (DEM Partî) li dijî vê yekê îtîrazên xwe kirin. Li navçeya Qereçobanê ya Erziromê piştî hilbijartinên giştî ya 14’ê Gulanê şûnde 320 hilbijêrên nû li navçeyê hatin veguhestin. Di hilbijartinên giştî de li mala hejmara 14’an a li ser Cadeya Gunduz a taxa Hacilarê tenê 3 hilbijêr hebûn û ev yek bi nêzîkbûna hilbijartinên herêmî ve hejmar derket 257’a. Di heman demê de li avahiya hejmara 13’yan a li ser cadeya Nexweşxaneyê ya taxa Hacilarê jî hilbijêrek qeydkirî bû, lê niha ev hejmar derket ser 63’yan.   Di hema demê de hat diyarkirin ku her du navnîşan avahiyên Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Qereçobanê ne. Rêxistina DEM Partî ya Qereçobanê li dijî vê yekê ji Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê re îtîraz kir. Serlêdan ji aliyê lijneya hilbijartinê ve bi hinceta “Ji bo ewlehiya hilbijartinê û ya cemaweriyê hatine veguhestin” hat redkirin.   Hevseroka DEM Partî ya Erziromê Turkan Sunbul li ser mijarê axivî û got ew li dijî vê yekê îtîraz kirine.     ‘Em jî zanin ku ne ji ber ewlehiyê anîne’   Turkan, anî ziman ku wekî her bajarê li Erziromê jî veguhestina hilbijêran heye û destnîşan kir ku heta niha li gor tespîtên wan li Qereçobanê 320 dengdêr hatine veguhestin. Turkan, bi lêv kir ku li navçeyên dinê heta niha rewşek bi vê rengê tuneye û wiha pê de çû: “Ev tişta ku hatiye kirin li dijî hiqûqê ye û nayê qebûlkirin. Veguhestina dengdêran li Kurdistanê bi zanebûn tê kirin. Em wek partî li dijî vê yekê ji lijneya hilbijartinê re îtîraz kir. Lê ev îtîraza me hat redkirin. Di bin navê ‘ewlehiyê’ de serlêdana me red kirin. Ji me re hat gotin ku ji bo ewlehiya hilbijiartinê leşker û polîsan anîne. Lê belê em wek DEM Partî li dijî vê bê hiqûqiyê hewldanên xwe bidomînin. Em jî zanin ku ev yek ji bo ewlehiya hilbijartinê nehatiye kirin. Em ê vê yekê ji gelê xwe re jî baş bînin ziman.”   ‘Bi zanebûn vê polîtîkayê dimeşînin’   Turkan, da zanîn ku desthilatdariya AKP’ê ji ber tirsa windabûnê qeyûm tayînê şaredariyên wan dike û dixwaze bi vê awayî bi ser keve. Turkan, wiha domand: “Bi vê yekê re namîne hîleyên degndêran kiriye dewrê. Lê belê gelê me bi biryar e. Gelê me wê di 31’ê Adarê de hem qeyûman û hem jî hîleyên dengdêr wê bişîne. Li Qereçobanê û Kurdistanê bi zanebûn ev yek tê kirin. Dixwazin bi hemû bê hiqûqiyan şaredariyê bi dest bixin. Lê ew jî zanin ku dê gelê me destûrê nede vê yekê. Ev polîtîkayên ku bi zanebûn tê meşandin em ê têk bibin. Em ê hem xwe û hem jî Kurdistanê bi xwe rêve bibin. Em ê xwedî vîna xwe derbikevin. Ji ber vê yekê jî em li 31’ê Adarê de li ser sindoqan bersiva xwe bidin.”