ROJEVA 30'YÊ ÇILEYA 2024'AN 2024-01-30 09:00:00     *Welatiyên li Amedê diyar kirin ku qeyûm ji bo gel tiştek nekir û wiha gotin: "Em dixwazin bi nasname û bi zimanê xwe şaredariyên xwe bi rêve bibin. BI DÎMEN    *Li Qereçobanê ku 320 dengdêr li du navnîşên avahiyên Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Qereçobanê hatine veguhestin. Rêxistina DEM Partî ya navçeyê ku ji Lijneya Hilbijartinê re îtîraz kir, di bin navê “ewlehiyê” de hat redkirin. Hevseroka DEM Partî ya Erziromê Turkan Sunbul, da zanîn ku bi zanebûn ev polîtîkaya bê hiqûqiyê tê meşandin û got ew ê di 31’ê Adarê de bersivê bidin.  BI DÎMEN    *Jinên Wanî yên ji ber qeyrana aboriyê ji bazarê destevala vedigerin wiha gotin:" Qeyrana butçeya ji şer re tê veqetandin kûrtir dibe. Kesên vî welatî bi rê ve dibin berpirsên vê qeyranê ne. " BI DÎMEN