Li Enqerê greva birçîbûnê jinan dewr girt 2024-01-29 16:25:37   ENQERE - Çalakiya greva birçîbûnê ya li Enqerê îro jî berdewam kir. Jinên ku îro çalakî dewr girt wiha gotin: "Ji bo aştiyê û bi dawîkirina tecrîdê dê têkoşîna xwe bidomînin."    Di 10'ê Cotmehê de bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" pêngavek ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin. Girtiyên siyasî yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê jî ji bo piştgiriyê bidin pêngavê di 27'ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê kirin. Her wiha xizmên girtiyan bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” dest bi Nobeda Edaletê kirin. Li Enqerê jî greva birçûbûnê hat destpêkirin.      Çalakiya greva birçîbûnê ya li Enqerê li avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) didome. Çalakiya ku di 25'ê Çileyê de hat destpêkirin dê sibê saet 09.00'an de bê bidawîkirin. Çalakiya îro ji hêla jinan ve hat meşandin.    Ji Dayikên Aştiyê Kadriye Ozgan, di çalakiyê de wiha axivî: "Îro em jin û dayik çalakiya greva birçîbûnê dewr digirin. Ez wek dayikeke şehîdan daxwaz dikim ku tecrîda li hemberî Birêz Ocalan bê bidawîkirin. Her wiha li hemberî siyasetmedarên me yên girtî jî tecrîd tê meşandin. Em vê yekê qebûl nakin. 25 sal in li h emberî Rêberê me tecrîdek heye. Nahêlin ku parêzer û malbat biçin hevdîtinê bikin. Hek tecrîd bê bidawîkirin dê tecrîda li hemberî Gelê Kurd û Tirkan jî bê bidawîkirin. Ez bang li hemû dayikan dikim ku bên em bi hev re ji bo aştiyê têbikoşin."