Li Wanê pitikê 6 mehî jiyana xwe ji dest da 2024-01-29 10:17:38   WAN - Li Wanê pitikê 6 mehî di şewata li malekê de jiyana xwe ji dest da.    Li taxa Edgalî ya navçeya Qelqelî ya Wanê agir bi maleke yek qatî ket û şewitî. Di şewatê de pitikê 6 mehî yê bi navê Şerzan Guler di landika xwe de şewitî û jiyana xwe ji dest da. Dayik Guler û bav Rifat Guler jî di kêliya dawî de ji şewatê hatin xelaskirin. Agirê bi derengiya şevê malê ket, di demek kurt de li tevahiya malê belav bû. Hewldana alîkariyê ya cîranan jî bêencam ma.   Tîmên agirkujiyê mudaxileyî şewatê kirin û Guler ên hevjînên hev ji nav agir derxistin. Hate zanîn ku piştî şewat hate vemirîn, pitikê 6 mehî Şerzan di landika xwe de şewitiye û jiyana xwe ji dest daye.