Selamet Tetîk a 65 salî hat girtin 2024-01-28 15:55:43     ŞIRNEX - Jina bi navê Selamet Tetîk a 65 salî ku cezayê wê yê 7 sal û 6 mehan hate erêkirin, li Cizîrê hate girtin.    Jina bi navê Selamet Tetîk a 65 salî di sala 2016’an de li Cizîra Şirnexê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin. Selametê, 3 salan di girtîgehê de ma û piştre hatibû tehliyekirin. Cezayê 7 sal û 6 mehên girtîgehê yê li Selametê hatibû birîn, ji hêla Dadgeha Bilind ve hate erêkirin û li ser vê yekê di saetên serê sibehê de hate binçavkirin. Piştre jî Selametê birin Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.