Li Enqerê greva birçîbûnê: Tecrîd sucê mirovahiyê ye! 2024-01-28 14:47:06     ENQERE - Çalakiya greva birçîbûnê ya ku ji aliyê DEM Partiyê ve li Enqereyê ji bo piştevaniya bi greva birçîbûnê re ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin îro jî dewam kir, peyama “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye, divê bê rakirin. " hat dayîn.   Çalakiya greva birçîbûnê ya ku di 27’ê Mijdara 2023’an de li girtîgehan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê ku li Girava Îmraliyê di bin tecrîdê de tê ragirtin û 35 meh in agahî jê nayê girtin û çareseriya pirsgirêka kurd dest pê kir,  2 meh li pey xwe hişt. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan  (DEM Partî)  greva ku li avahiya Partiyê  Enqereyê di 25’ê Çile de ji bo piştgiriyê dabû destpêkirin îro jî dewam kir.   Îro jî rêxistina navçeya Mamakê dest bi grevê kir û li avahiya  DEM Partiyê ya Enqreyê di roja 4'an de berdewam dike. Çalakiya greva birçîbûnê îro ji aliyê Navenda Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) û Fatma Ana Cemevî ya Enqeryê ve hat ziyaretkirin. Çalakiya greva birçîbûnê ya  berdewam dike, wê sibê tenê jin li avahiya partiyê dest bi greva birçîbûnê bikin.   'Tecrîd şer û komkujî ye'   Husnûye Kat a di greva birçîbûnê de ye diyar kir ku tecrîd li ser hemû civakê ye û got, “Ji bo tecrîda li dijî mirovahiyê ya bi salan e li ser Birêz Ocalan tê meşandin, em li vir di greva birçîbûnê de ne. Greva birçîbûnê ya li 104 girtîgehan 63 roj in didome û ji bo piştgiriyê em li vir in. Divê tecrîd bê rakirin, sûcê mirovahiyê ye. Tecrîd ne tenê li ser Birêz Ocalan û hevalên me yên di girtîgehê de, li ser tevahiya gelên Tirkiye û bigiranî li Kurdistanê  tê meşandin. Tecrîd şer e, tecawiz e, tacîz e, tecrîd komkujî ye. Divê tecrîd bê rakirin. Ev ji bo aştî û demokratîkbûna Tirkiyeyê pêwîst e."   'Gelê Kurd ji bo aştiyê hemû rêbazên demokratîk bi kar anîn'   Serokê Şaxa DAD'ê ya Enqereyê Mustafa Karabudak jî got, "Tecrîd pirsgirêka me hemûyan e" û wiha dewam kir: "Di şexsê Birêz Ocalan de gel tê tecrîdkirin û em vê yekê şermezar dikin. Desthilatdariya siyasî 40 sal in gel mehkûmî zilmê kiriye. Bawerî, ziman û çand tune kiriye û hê jî berdewam dike. Gelê Kurd ji bo aştiyê hemû rêbazên demokratîk bi kar anî û dema bersiv negirt bi bedena xwe razî bû û dest bi greva birçîbûnê kir, em hemû canên li hundir û derve silav dikin. Em li cem kesên ku ji aştiyê re çira ne û heta ku ji destê me tê em ê hevgirtinê mezin bikin û piştgiriyê bidin.”   Greva birçîbûnê bi stranan dewam kir.