Ji Nobeta Edalet banga ‘daxwazên girtiyan bi cih bînin’ 2024-01-28 14:29:51     WAN - Li Wanê çalakiya Nobeta Edaletê di roja 55’an de berdewam dike. Di çalakiyê de banga "Bêyî hûn dereng bimînin daxwazên girtiyan bi cih bînin" hat kirin.     Li Wanê di çarçoveya kampanyaya "Ji Abdullah  Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareseriya siysyê" ji aliyê Komeleya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran re (TUHAY -DER) çalakiya Nobeda Edaletê ya ku hat destpêkirin di roja 55'an de li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Wanê dewam dike. Rêxistina DEM Partî ya Rêya Armûş, Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wan û gelek welatiyan serdana çalakiyê kirin.   ‘Divê hemû kes xwedî vê çalakiyê derkeve’   Di çalakiyê de Hevserokê TUHAY-Der’ê Çetîn Ûyar axivî. Çetîn, destnîşan kir ku divê ne bi tenê sazî û dezgeh her wiha divê hemû gel bê serdana vê çalakiyê bike û xwedî lê derbikeve. Çetîn, bi lêv kir ku çavên desthilatdariyê tim li ser çalakiyên li Amed, Wan, Stenbol, Edene û Enqerê hatine destpêkirin e û got bi vê yekê re dixwazin bibînin ku xwedî derketin di çi astê de ye. Çetîn, diyar kir ku bi tenê bi serdanên sazî û dezgehan ve ev çalakî kêm dimîne û wiha pê de çû: “Divê her kesek bê li cem dayîkên me bisekine. Dayîkên me îro ji bo zarokên xwe li vê derê ne. Ger ku xwedî derketinek mezin em nîşan bidin wê demê dê desthilatdar neçar bimîne ku gav paşve bavêje.”   ‘Beriya ku dereng be divê daxwaz bi cih bên’   Çetîn, destnîşanê çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan kir ku wê heta 15’ê Sibatê berdewam bike û got ji bo daxwazên wan bi cih bên divê xwedî derketinek mezin bê nîşandan. Çetîn, da zanîn ku ger ku daxwazên girtiyan bi cih neyê dibe ku ev çalakî veguhere rojiya mirinê û wiha axivî: “Em naxwazin ji girtîgehan agahiyek xirap bigirin. Ji ber vê yekê ji bo azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan û rakirin tecrîdê divê em xwedî vê çalakiyê derbikevin.”   Çalakî, bi dirûşmeya “Bijî Berxwedana Zindana” û serdanan berdewam kir.