TAJÊ li dîjî tecrîdê konê çalakiyê veda 2024-01-28 12:26:47     NAVENDA NÛÇEYAN -TAJÊ bi armanca piştgiriya bi pêngava ‘Ji Rêber Apo re Azadî, ji Şengalê re xweserî’ li navenda bajarê Şengalê konê çalakiyê veda.   Ji bo piştgiriya pêngava ‘Ji Rêber Apo re Azadî ji Şengalê re Xweserî’ Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li navenda bajarê Şengalê di bin dirûşma ‘Kes nikare roja me tarî bike’ kon veda. Her wiha li ber konê çalakiyê Yekitiya Ciwanên Êzidîxanê standa pirtûkên Abdullah Ocalan danîn.    Konê çalakiyê ku wê sê rojan dewam bike, di roja yekemîn de Meclîsa Gel a Guhbel, Zorava û Navenda Şengalê amadebûn. Wê her roj meclîsên gund û bajarokan seredana kona çalakiyê bikin.    Konê çalakiyê her roj di saet 09:00'ê sibehê de tê vekirin, heta saetên êvarê bi amadebûna meclîs, sazî û rêxistinên Şengalê wê axaftin bên kirin, ramanên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bên guhdarkirin û peyam bên dayîn.