Li Swîsreyê ji bo mîtînga 17’ê Sibatê bang 2024-01-27 21:39:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Kurdên li Swîsreyê ji bo mîtînga 17’ê Sibatê de li Kolnê bê lidarxistin, seferber bûn. Siyasetmedar Farîsogûllari got, "Em ê 17' Sibatê dengê xwe bigihînin Îmraliyê."   Li ser banga hevpar a KCDK-E û TJK-E'yê, ji bo meş û mîtînga navendî ya Ewropayê ya 17'ê Sibatê li bajarê Koln ê Almanyayê bê lidarxistin, xebat didomin. Xebatên li welatên wekî Almanya, Belçîka, Hollanda, Bakurê Fransa û Swîsreyê hatin berfirehkirin. Hem di 25’emîn salvegera komployê de hem jî hewldanên 'Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ ku ji aliyê dostên Kurdan ve hatiye destpêkirin, bi hev re dimeşin.   Li Swîsreyê ku xebatên ji bo mîtînga Kolnê didomin. Meclîsa Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) û hemû meclîsên girêdayî Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê rewşa awarte ragihandin. Komîsyona Çalakiyê ya li Swîsreyê hat avakirin, hat diyarkirin ku biryar hatiye dayîn ku di navbera 1-17’ê Sibatê de hemû çalakî û xwepêşandin hatine sekinandin û xebata sereke çalakiya 17’ê Sibatê ye.   Endamên komîsyonê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bernê ya li paytexta Swîsre Bernê hatin cem hev û xebata bê meşandin nirxandin. Komîsyonê ji bo rakirina kêmasiyan seferberî ragihand.   Şaredarê berê yê Êlihê Nejdet Atalay, piştî civînê ji ANF'ê re axivî, diyar kir ku aktorê sereke yê çareseriya pirsgirêka Kurd PKK’ê Abdullah Ocalan e û ev tişt anî ziman: “Weke pêkhateya Swîsreyê me komîsyonek ji bo kampanya ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re “çareseriya siyasî” ava kir. Di civîna xwe ya îro de me xebatên heta niha hatine kirin nirxand. Planên ku me heta niha çêkirine bi temamî pêk hatine. Em Kurdên li dîasporayê, baş dizanin ku li vir tişta me Partiya me û Rêberê me ye. Eger Rêber Apo û Partiya me ji destê me bê girtin em ê bê mal û war bimînin.”   Nejdet wiha berdewam kir:"Azadiya Rêbertiya me û ji bo Partiya me wekî zêr e. Em bi vê bawerî û vê biryardariyê plansaziya rojên pêş dikin. Heta Rêbertiya xwe azad bikin em ê li qadan bin. Di serdema nû de em ê hevalên xwe zêde bikin. Em ji bo ku dijminên xwe qels bikin dê zêdetir bixebitin. Bi vê baweriyê em ê Rêbertiya xwe azad bikin."   ‘Em ê 17’ê Sibatê de li Kolnê bin’   Hevserokê Giştî yê DBP'ê yê berê Mehmet Aslan jî got, "Ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd pêwîste em peyamekê bidin cîhanê. Divê hemû gelê me û dostên me bibin yek. Ji bo mîtînga 17'ê Sibatê ya li Kolnê bê lidarxistin bi hestiyar bin.”   Parlamenterê berê yê HDP’ê Mûsa Farisogûllari jî got, “Em her roj mal bi mal digerin û pêvajoyê ji raya giştî re vedibêjin. Di pêvajoyeke wiha girîng de hesasiyeta gelê me gelekî girîng e. Em bi xebatên xwe hem kampanyaya ku hatiye destpêkirin radigihînin raya giştî û hem jî beşdariya mîtînga 17’ê Sibatê ya li Kolnê tê lidarxistin bibin. Bi baweriya min wê bi sed hezaran kes beşdarî mîtînga 17'ê Sibatê bê lidarxistin bibin. Wê rojê em ê dengê xwe bigihînin Îmraliyê.”   Endamê TEV-ÇAND’ê Kawa Urmiyê jî got, “Mîtînga ku di 17’ê Sibatê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li Kolnê tê lidarxistin pir bi wate ye. Her kesê ku xwedî li nirxên mirovî derkeve, divê di wê rojê li cem dostên me û gelê Kurdistanê bin.”.   Ji Komîteya Çalakiyan Nejla Gumuştaş jî diyar kir ku ev 3 sal in tu agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayê girtin û tecrîdê li ser hemû aliyên aştiyê dimeşînin