Li Îzmîrê panela 'azadiyê' hat lidarxistin 2024-01-27 16:07:29     ÎZMÎR - Di panela 'Azadiyê' ya TJA'yê de jinan bal kişandin ser mijara belavbûyina tecrîdê ya li ser civakê û gotin rola Abdullah Ocalan a di çareseriya pirsgirêkan de girîng e.    Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma " Bi Jin Jiyan Azadî ber bi Azadiyê ve" li ewyana Dawetê ya Genç Acarlar panel li dar xist. Moderatortiya panelê ji aliyê Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Burcugul Çubuk ve hat kirin. Ji Buruya Hiqûqê Asrinê Raziye Ozturk û ji OHD'ê Fatma Demir panel dan. Dayikên Aştiyê û gelek welatî tevli panelê bûn.    Burcugulê axaftina vekirinê ya panelê piştî rêzgirtinê kir. Nameya Zeki Bayhan ê li Girtîgeha Kiriklar a Hejmara F-2 tê girtin hat xwendin.    Fatma Demirer da zanîn heqê wan ên li dijî îşkence û tecrîdê hene û got tecrîd di nava jiyana her kesî de heye û sîstem vê yekê bi awayekî neyînî li hemberî gelan bi kar tîne.    Fatmayê da zanîn divê her kes li her derê li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin û got ger îro li ser mafên bingehîn tê axaftin ev nîşan dide ku qeyraneke çawa ya hiqûqê heye.    Piştre Raziyê jî bal kişand ser komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got armanca herî bingehîn a komployê ew bû ku hewldana Ocalan a ji bo demokrasiyê vala derxin. Her wiha Raziyeyê da zanîn hat xwestin bi sîstema Îmraliyê komlo bê temamkirin û bal kişand ser binpêkirina mafan a li Îmraliyê.    Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.