Salvegera serkeftina berxwedanê li Kobanê hat pîrozkirin 2024-01-27 14:45:50     NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên kantona Firatê bi Kurd û Erebên wê 10’emîn salvegera Rêveberiya Xweser û 9’emîn salvegera serkeftina berxwedana Kobanê bi şahiyekê pîrozkirin. Di şahiyê de peymanên dewamkirina berxwedana li hember dagirkeriyê hatin dayîn.   Rêveberiya Xweser ya kantona Firatê îro bi boneya 10’emîn salvegera damezrandina Rêveberiya Xweser a Firatê û 9’emîn salvegera serkeftina berxwedana Kobanê ya li hember DAIŞ, şahiyek birêxisitin kir.   Di şahiya ku li qada şehîd Egîd hat çêkirin de, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Kongreya Star, gaziyên şerê Kobanê, Meclîsa Malbatên Şehîdan, partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û bi sedan şênî, jin, ciwanên Kobanê amade bûn.   Şahiyê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir, piştre axaftin hatin kirin û peyam hatin dayîn.   Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan Eyşe Efendî ku bal kişad ser girîngiya parastina nirxên şoreşa Rojavayê Kurdistanê wiha got: “12 sal in ku gelê me di nava şertên şer, dorpêç  û êrîşan de dijî. Lewra hewce dike ku em ji îro û şûn de weke ku me dikarbû di berxwedana Kobanê de nirxên xwe biparêzin, niha jî em bi heman berxwedan û rihî xwedî li destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin û pirojeya xwe ya netewa demokratîk bi hevpeyameke civakî ya nû mezin bikin.”   'Berxwedana Kobanê bû sedema yekîtiya gelê Kurd'   Her wiha endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Firatê Macîde Hesûn jî wiha axivî: “Berxwedana Kobanê bû sedema yekîtiya gelê Kurd, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û mirovahiyê. Lewra dê ev rojên dîrokî careke din me li hev bicivînin û serkeftin para me be. Berxwedana ku jinan di berxwedana Kobanê de nîşan dan, mohra xwe li dîroka mirovahiyê da. Di encama vê têkoşîna ku bi serkeftinê tacîdar bû, me dikarbû pergala xwe ya Rêveberiya Xweser biparêzin û bînin heta roja îro. Em ê weke jin careke din pêşengiya têkbirina dagirkeriya dewleta tirk bikin û heman helwesta di şerê li hember DAIŞ nîşan bidin.”   Paşê şahî bi pêşkêşkirina stranan û gerandina govendê birêve çû.   Şahî bi berzkirina siloganên “şehîd namirin”,”berxwedan jiyan e” û “bijî berxwedana Kobanê” bi dawî bû.