Li Çiyayê Gebarê dema qedexeyê hat dirêjkirin 2024-01-27 11:08:54     ŞIRNEX - Ketina Çiyayê Gebarê 15 roj din hate qedexekirin.    Ketina Çiyayê Gebarê yê di nava sînorên navçeya Basa û Şirnexê de ye ji bo 15 rojan hate qedexekirin. Walîtiya Şirnexê daxuyand ku Çiyayê Gebarê weke “Herêma Ewlehiya Taybet a Demkî hatiye îlankirin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Herêma çiya ji 26’ê çileya 2024’an heya 09’ê sibata 2024’an, ji bo 15 rojan weke Herêma Ewlehiya Taybet a Demkî hatiye îlankirin.”    Heman herêm beriya niha jî du caran, 15 rojan hatibû qedexekirin.