Tecrîda li girtîgehên Tîpa S giran tir dibe! 2024-01-27 09:04:24     Rojda Aydin   MÛŞ - Girtiya bi navê Zeynep Topçû ya ku di Girtîgeha Girtî ya Tîpa S a Erzînganê de tê girtin, ji ber ku bi daxwaza rakirina tecrîdê ket çalakiya greva birçîbûnê rêvebiriya girtîgehê 4 meh cezayê hevdîtinê û 17 roj cezayê yek hûcreyê lê birî.   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û 34 meh in tu agahî jê nayê girtin. Herwiha bi girankirina tecrîdê re li Kurdistanê li girtîgehên tîpên S û F jî yên nû hatin zêdekirin  û bi vê yekê re qadên tecrîdê yên nû hatin avakirin. Ji ber vê yekê bi sedan girtî îro di bin tecrîdek giran de ne. Ji van girtiyên ku îro di bin tecrîdê de ne jî 2 xuşkên hev ên girtî yên bi navê Ayşe û Zeynep Topçû ne. Malbata Ayşe û Zeynebê ku bertek nîşanî tecrîdê dan xwestin ku hemû girtiyên siyasî ên berdan.    6 parçeyên şarapnelê di bedena wê de ne!   Ji vê tecrîda girankirî herî zêde jî girtiyên nexweş bi bandor dibin. Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di girtîgehan de hezar 517 girtiyên nexweş hene. Di nav van de 651 girtiyên nexweş ên giran hene ku divê bên tahliyekirin. Ji van girtiyên nexweş ên giran yek jî Ayşe Topçû ye. Ayşe di îlona 2015’an de di encama operayonekê de bi birîndarî tê girtin. Di Girtîgeha Girtî ya Mûşê de hat girtin û piştre ji wir sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê hat kirin. Ji wê demê vir ve di vê girtîgehê de ye. Di danişînên doza wê ku hatin kirin de du heb cezayê heta hetayê û cuda jî 39 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.  Ayşe ya ku ji sala 2015’an vir ve girtî ye, di pişta wê de 4 û di pişika wê de jî 2 parçeyên şarapnelê hene. Ayşe ya ku tedawiya wê nayê kirin, ger ku parçeyên şarapnelê ji pişika wê derkevin bi xeteriya mirinê re rû bi rû ye. Ayşe ku di lîsteya girtiyên nexweş de cih digire, ligel hemû hewldanên malbatê nayê tahliyekirin.     Du xwîşkên hev di girtîgehê de ne!   Her wiha xwîşka Ayşe, Zeynep Topçû jî girtî ye. Di sala 2015’an de piştî şerê qedexeya derketina derve der barê Zeynebê de biryara girtinê tê dayîn û di sala 2016’an de jî li Stenbolê hat girtin. Zeynep wê demê tê girtin û dikin Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê. Zeynep a ku 10 sal û nîv ceza lê hatiye birîn, der barê wê de ji xala 302’an doz tê vekirin.  Hîn jî du dozên Zeynebê berdewam dikin. Zeynep a ku dema di girtîgeha Bakirkoyê de bû, sirgûnê Girtîgeha Girtî ya Jinan a Agiriyê tê kirin, Piştre ji wir jî sirgûnê girtîgeha Baybûrtê tê kirin.   2018’an de ket greva birçîbûnê   Piştî di 7’ê Mijdara 2018’an de ji bo rakirina tecrîdê li gelek girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdemg û bê dorveger dest pê kir, Zeynep jî tevli çalakiyê bû. Zeynep a ku di çalakiyê de cihê xwe girt 131 rojan di greva birçîbûnê de ma. Ji ber vê çalakiya greva birçîbûnê çav, gurcik û mîdeya Zeynepê zirar dît û hîn jî neşxweş e. Zeynep piştre di dawiya kanûna 2019’an de tahliye bû. Lê belê piştre dîsa di 28’ê Îlona 2022’an de hat girtin û di Girtîgeha Girtî ya Edîrneyê de ma.   Tîpa S û tecrîda girankirî   Zeynep piştre ji vê girtîgehê jî sirgûnî girtîgehên ku nû hatine vekirin bû. Di 23’ê Adara 2023’an de jî sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Tîpa S a Erzîncanê hat kirin û niha di vê girtîgehê de tê girtin. Ji ber şert û mercên tîpa S yên zehmet Zeynep û 7 girtiyên li wê bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Zeynep û girtiyên li wir ku bi tecrîdê re rû bi rû ne, ji bo tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe di 27’ê Mijdara 2023’an de tevli çalakiya greva birçîbûnê ku li heman girtîgehê hat destpêkirin bûn.     Cezayê hevdîtinê lê hat birîn   Zeynep a ku ji ber li dijî tecrîdê kete greva birçîbûnê rêvebiriya girtîgehê der barê wê de di rojên derbasbûyî de 4 meh cezayê qedexeya hevdînê û 17 rojan cezayê hûcreyê lê hatiye birîn, heta meha Nîsanê nikaribe bi malbata xwe re hevdîtinê bike. Malbata Zeynebê ku herî dawî pê re hevdîtin kirine diyar kirin ku şert û mercên wê girtîgehê gelek zahmetin. Girtiyên li Tîpa S  dimînin di jêrzeminan de di hucreyên yek kesî de tên girtin.   Ronahiyê nabînin!   Malbata, Zeynebê destnîşan kir ku şert û mercê girtîgehan gelek xirap bin û wiha got: “Rêvebiriya Girtîgeha Girtî ya Tîpa S a Erzînganê ji Wezîrê Dadê re wiha nivîsiye,‘Ev girtîgeh ji sê qatan pêk tê. Qata herî binî cihê jêrzemînê ye. Girtiyên siyasî di van jêrzemînan de dimînin. Saet di navbera 08.00 û 17.00’an de tînin cem hevdû. Lê ji 17.00’an heta 08.00’an di hucreyên yek kesî de dimînin. Cihekî tarî ye, hewayê nagire û ronahiyê nabîne.’ Rêvebiriya girtîgehê ji Wezîrê Dadê re bi vê nivîsa ku nivîsandiye de gotiye ku ‘ev qat ji bo jiyanê cihekî ne guncav e.’ Lê Wezîrê Dadê heta niha ji bo vê yekê tu tiştek nekiriye. Girtiyên di girtîgehan de ne dixwazin li ser vê mijarê bê sekinandin. Di vê girtîgehê de 9 girtî hebûn û ji van 1 tahliye bû. Niha 8 kes mane. Ev nivîs jî di meha tebaxê de hatiye nivîsandin.”   ‘Li wê girtîgehê jiyan tuneye’   Malbatê, di heman demê de xwest ku hemû girtiyên nexweş bên berdan û ev tecrît bi dawî bibe û wiha pê de çû: “Em dixwazin hemû girtî bên berdan. Di heman demê de me dixwest ku herdu zarokên me li heman girtîgehê bin. Ji ber ku hem di aliyê madî û hem jî aliyê manewî de em zehmetiyê dikişînin û em nikarin biçin du girtîgehan. Ji xwe bi Zeynepê re jî em ê nikaribin heta meha nîsanê hevdîtinê bikin. Bi tenê bi rêya telefonê em ê bikaribin biaxivin. Ji bo herdu zarokên min li Enqereyê li heman girtîgehê bigirin me serlêdan kirin. Lê belê hemû helwdanên me bê encam man. Her wiha di girtîgeha Erzînganê de jiyan tune ye, mirov nikare li wê derê jiyana xwe bidomîne. Ji ber ku şert û mercên li wê girtîgehê gelek xirabin. Keça min li wir ronahiyê nabîne û girtî di bin tecrîdê de ne.”