Bi fîstan û klamên xwe bang li jinan dike 2024-01-27 09:02:19     Elfazî Toral   STENBOL - Dengbêje Guloş Bêrtî ku zaroka malbatek koçer bû ji dayika xwe ya dengbêj bandor dibe û çanda xwe heta îro tîne. Guloş wiha dibêje: “Çavkaniya ilhama me jin in. Xwedîderketina li çanda xwe, xwe rastiya xwe durneketine. Di serî de jin divê hemû civak di bin dengê me de kom bibin.”   Dengbêjî ku aydê çanda Gelê Kurd e û bi sedsalane ye heta îro hatiye, hîna jî bi ked û xwederketinek mezin tê jiyankirin. Bi salane tevî asîmîlasyon û polîtîkayên dewletê çanda dengbêjiyê zimanê me heta îro aniye. Bi taybet dengbêjên jin bi xebatên xwe ji bo hemû jinan dibin îlham. Yek ji van dengbêjan Dengbêj Guluş Bertî ye.   Dengbêj Guloş zaroka malbatek koçer e û em jiyan û têkoşîna wê ji wê guhdar dikin.   Ji zarokatiyê dengbêjiyê dike…   Guloş di 1983’yan de li zozanên Şerevdîn a Çewlîkê wek zaroka malbatek koçer tê dinê. Salên zarokatiyê bi koçberiyê derbas dibe. 6 salî malbata wê li gund cih dibe û zaroka biçûk a 8 xwişk û birayên xwe tê dinê. Malbata wê welatparêze û ji stranên dayika xwe bi bandor dibe. Di radyoya Erîwanê de denbêjin jin guhdar dike. Guloş dibêje: “Stranên kurdî, çand, nasname, xweza me ne.”   Mîrateya dayika xwe dewr digire   Guloş diyar dike ku dengbêjî ji dayika wê ji wê re mîrate maye û wiha got: “Dayika min gelek ji stranan hez dikir. Ji Meryem Xanê pir hez dikir. Dengbêjî hunerek pir dewlemend û taybet e. Di her qada jiyana me de bi bandore. Dayika min dengbêjî dikir. Di dawetan de stran digot. Her kes li dora wê diciviya û govend digerandin. Ji ber vê bandora dayika min gelek li ser min heye. Dayika min ji Meryem Xanê îlham digirt. Çavkaniya ilhama me her tim jin bûn.”   Li dijî êrişa xwedîderketina li çandê   Guloşê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku çanda kurd û dengbêjî di encama bedelên mezin ên hatine dayîn heta îro hatiye û wiha daxuyand: “Pergal li dijî çand, ziman û nasnameya Kurd polîtîkayên pir cuda dimeşîne. Li dijî polîtîkayên dewletê divê em xwedî li çand û hunera xwe derkevin. Pergal ji xwe pergalek qirêj e. Dewlet êrişê zimanê kurd dike û dixwaze asîmîle bike. Dixwaze Gelê Kurd ji xweserbûna wan qût bike. Peywira dikeve ser milê me divê em ji rastiya xwe dûr nekevin em xwedî li çanda xwe derkevin. Divê ciwan xwedî li çanda xwe derkevin.”   ‘Pêşengên berxwedana denbêjiyê  klamên jinan e’   Dengbêj Gulopş destnîşan kir ku stran û çanda dengbêjiyê bi saya têkoşîn û berxwedana jinan heta îro hatiye û ev tişt bi lêv kir: “Jin di her qada jiyana xwe de bi têkoşîna xwe ji civakê re bûne mînak. Bi çanda dengbêjiyê jin bi hunerê re bûn yek û heta îro anîne.Dengbêjî berhema jinan e. Di bin berxwedanê de berxwedana jinan mezin bû. Ez ji bo xwe jî bêjim têkoşînê ez heta îro anîm. Têkoşîn bi jinan re bûye yek. Pêşengên berxwedana dengbêjiyê klamên jinan e.”   Bi fistan û stranên xwe bang li jinan dike   Guloşê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ji bo çanda kurd bê jiyîn divê her kurdek xwedî li çanda xwe derkeve û wiha anî ziman: “Em dema dengbêjiyên dikin bang li jinan dikin. Em dema fistan û zimanê xwe stranan dibêjin, em jinan di bin sîwaneya dengê xwe de tînin gel hev. Ne tenê jin, em dengbêjiyên bi hemû kesî didin nasîn û didin jiyîn. Em dixwazin xîtabê her aliyê civakê bikin. Em dixwazin hemû kes xwedî li dengêjiyê derkevin.”