ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2024'AN 2024-01-27 09:00:00     *Jinên li Helebê têkildarî sûcên mirovahiyê yên li Efrînê diqewimin dan zanîn divê jin li dijî van sûcan her tim serî hildin û wiha got:"Ji bo jin xwe ji kiryaran biparêze divê her tekoşîna xwe mezintir bike. Divê jin li dijî êrişan têkoşîna xwe mezin bikin. Encax bi riya vê xwe û civaka xwe biparêze." DÎMEN HEYE   * Dengbêje Guloş Bêrtî ku zaroka malbatek koçer bû ji dayika xwe ya dengbêj bandor dibe û çanda xwe heta îro tîne. Guloş wiha dibêje: “Çavkaniya ilhama me jin in. Xwedîderketina li çanda xwe, xwe rastiya xwe durneketine. Di serî de jin divê hemû civak di bin dengê me de kom bibin.” BI DÎMEN    *Girtiya bi navê Zeynep Topçû ya ku di Girtîgeha Girtî ya Tîpa S a Erzînganê de tê girtin, ji ber ku bi daxwaza rakirina tecrîdê ket çalakiya greva birçîbûnê rêvebiriya girtîgehê 4 meh cezayê hevdîtinê û 17 roj cezayê yek hûcreyê lê birî.  DÎMEN HEYE   *Jinên Şengalê bi pêşengiya TAJÊ di çarçoveya pêngava "Ji Rêber Apo re azadî ji Şengalê re xweserî" de name ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re nivîsandin. Jinan wiha bal kişand ser çalakiya xwe: "Fikr û ramanên ku beriya fermanê û pişti fermanê yanî çi di dilê me de hebû me bi rêya nameyê ji Rêberê xwe re nivîsand." BI DÎMEN   *Rêxistina ESP’ê ya Stenbolê ku çalakiya greva birçîbûnê ya sê rojan bi piştevaniya dayikên di Nobeta Edaletê de bi dawî kirin, çalakiya Nobeta Edalet û grevên birçîbûnê dewrê Samsunê kirin û wê li çar bajaran çalakiya xwe didomînin. Zuleyha Muldur ya ESP’î da zanîn ku heta tecrîd bê bidawîkirin wê li her derê çalakiya xwe bidomînin. DÎMEN HEYE