DEM Partiyiyên di greve de: Em vê zilmê qebûl nakin 2024-01-26 18:21:13   ENQERE- Çalakiya greva birçîbûnê ya li Rêxistina DEM Partî ya Enqereyê hat despêkirin di roja duyemîn de bi piştgiriyan berdewam kir.   Di 27'ê Mijdarê de li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê grevên birçîbûne bi  dirûşma ‘ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgisrêka Kurd re çareserî’  hat destpêkirin û di roja 61’ê de didome. Bi armanca pişrgiriya çalakiya girtiyan  li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ya Enqereyê  greva birçîbûnê hat destpêkirin û di roja duyemîn de didome.Rêveberên DEM Partî ya Yenîmahalle Burhan Dara, Nazim Karakurt, Îsmet Kaya, Abdullah Ay, rêveberê DEM Partî yê Altindag Diyar Bakir, hevberdevkê DBP’ê Ensar Bozkurt di roja duyemîn de tevli greve bûn. Koma Muzîkê ya Komeleya Çand û Ziman a Anka û dayika aştiyê Hatîce Ay bi stranên xwe piştgirî dan çalakiyê.   ‘Em vê zilmê qebûl nakin’   Hatîce Ay da zanîn ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan bandor li ser hemû aliyan kiriye û divê her kes ji bo şikandina tecrîdê piştgiriyê bidin çalakiyan. Hatîceyê wiha vegot: “Em dayikên aştiyê, aştiyê dixwazin.Em zilmê naxwazin. Em vê zilmê qebûl nakin. Em ê her tim li dijî zilmê têbikoşin.”