Hevpeymana Civakî ya Jinan tê amadekirin! 2024-01-26 09:08:21     Rojda Aydin    NAVENDA NÛÇEYAN - Seroka Desteya Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Adalet Omer, anî ziman ku armanca sererastkirina Hevpeymana Civakî ji bo parastina hemû pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û got: "Jin bi vê hevpeymanê mafê xwe carekedin mîsoger kir."   Di 12'ê Kanûna 2023'yan de Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kombûna nûnerên meclîsên Rêveberiya Xweser civîna asayî ya 90’emîn li dar xist û Hevpeymana Civakî piştî serarastkirina wê hate pejirandin.    Seroka Desteya Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriye yê Adalet Omer, têkildarî Hevpeymana Civakî de pirsên ajansa me bersivand.   "Li gor wê destûrê jî destûr ne demokratîk in. Destûr li gor berjewendiyên desthilatdaran tê nivîsandin, ne li gor berjewendiyên civakê tê nivîsandin. Di wan destûran de civak tuneye."   * Hûn dikarin behsa hûrguliyên Hevpeymana Civakî û armanca vê hevpeymanê bikin?   Armanca vê hevpeyvînê ji destpêka şoreşa Sûriyeyê li herêmên li ser bakurê Sûriyeyê pergalên desthilatdar li gor berjewendiyên xwe tevgeriyane. Ji bo vê yekê jî me li ser vê esasî li ser asta heremên xwe me dikaribû xwe rêxistin bike. Li ser esasî komînên xwe çawa bikaribin ava bikin. Ji ber vê yekê jî me dikaribû xwe bi rêxistin bikin. Lê belê pêwîstiya me wek civak bi hevpeymanekê hebû ku em dikarin çawa aliyê mîsogeriya maf de pêwîstiyekê hebû. Niha di hemû dewletan de destûr hene. Li gor wê destûrê jî destûr ne demokratîk in. Destûr li gor berjewendiyên desthilatdaran tê nivîsandin, ne li gor berjewendiyên civakê tê nivîsandin. Di wan destûran de civak tuneye. Ne civaka ku qedera xwe bi destên xwe binivîse, berovajê vê yekê ye. Ev pergalên desthilatdar li got berjewendî û plansaziyên xwe çawa dixwazin civakê tevbigerînin destûr û qanûn li gor wê tê dayîn.    Li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêwîstî hebû ku em weke civak û hemû pêkhateyan bi hev re rûnên çawa pêşeroja xwe zelal bikin û qedera xwe binivîsînin. Li ser esasê çawa em dikarin bi hev re weke civak, netew, ol û bawerî û li gor heqîqeta xwe ya herêmê em çawa dikarin bijîn. Ji ber ku yek ji pergalên heyî, pergalên ne demokratîk in. Pergalên desthilatdar û hegomonîk in. Ji ber vê jî pêwîstiya me weke civak pergalên demokratîk heye. Li ser vê esasî di destpêka şoreşê jî pergala rêveberiya xweser hat avakirin. Li ser esasê vîna civakan hat avakirin. Hemû pêkhate xwe di tê de dîtin. Ji ber ku ji ber pergala dewletên netew gelek çand tune bûn. Pirsgirêkên hene, şerên ku niha hene û aloziyên ku em niha dijîn li Rojhilata Navîn, hemû pirsgirêk ji ber pergalên hene û pergalên ne li gor heqîqeta civakan e.    "Li gor pêwîstî û berjewendiya civakê jî di 2023’yan de jî komîteya berfireh carekedin rûniştin û dîsa hin made lê zêde kirin. Bi vê yekê re bûn 134 made. Berê 96 made bûn. Ew made hemû jî ji bo berjewendiyên civakê ne."   Civak bi xwe pergala netew dewletê nenivîsandiye. Pergalek ji derve hatiye. Li gor berjewendiyên dewletan li Rojhilata Navîn hatiye bicihkirin. Êdî herêm çawa perçe kirin, çawa netew perçe kirin, çawa şer û pevçûn di navbera netew û olan de çêkirin. Dema em li Rojhilata Navîn dinêrin dibînin. Pirsgirêk ji ber pergala ku ne demokratik pergal netew û olan re kar dike. Lewma em dibêjin pêwîstiya civaka Rojhilata Navîn bi pergala demokratîk heye. Li herêma Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê li ser esasê pergala demokratîk, rêveberiya xweser û netewa demokratîk cara yekem li Rojhilata Navîn pergaleke demokratîk û pergaleke li gor heqîqet, çand û dîroka civakê hat avakirin. Ji ber vê jî hemû civak bi coş û kelecanek mezin tevlî vê pergalê bû.    Ji bo vê jî Hevpeymana Civakî, li gor pêdiviyên wê demê û herêmê hat nivîsandin. Lê belê hêdî hêdî hin herem bêhtir tên rizgarkirin û herêm fireh dibin. Pêwîstî çêdibin. Ji ber vê jî hêdî hêdî carna jî piştî çend salan tê guhertin. Li gor pêwîstî û berjewendiya civakê jî di 2023’yan de jî komîteya berfireh carekedin rûniştin û dîsa hin made lê zêde kirin. Bi vê yekê re bûn 134 made. Berê 96 made bûn. Ew made hemû jî ji bo berjewendiyên civakê ne. Ji ber ku civak êdî dinivîsîne. Ne netewekî dinivîse. Ji bo vê yekê jî hemû civak li ser asta Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê dinivîsîne. Ji bo vê jî li ser asta Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê hevdû civiyan. Piştî ku gelek civîn jî bi gel re çêbûn gelek pêşniyar ji gel çêbûn. Bi van pêşniyaran re komîteya berfireh li hev rûniştin û ew pêşniyar jî yek bi yek hatin nîqaşkirin û erê bû. Li ser vê esasî hevpeymanek civakî Kanûna 2023’yan de jî erê bû.   "Jin dê mafê xwe di vê hevpeymanê de mîsoger bike. Bi vê yekê re Meclîsa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê ava bibe. Ev meclîs ji bo pirsgirêkên jin, zanebûna jin û ji bo pêkanîna rêgezên demokratîk, di rêvebiriya xweser de, di civakê de û çawa karibe vê şoreşê biparêze dê berpirsyar be. Di heman demê de dê îsal hevpeymanek civakî ya taybet ji bo jin bê çêkirin."   * Hevpeymana Civakî wê bandoreke çawa li ser jinan û civakê bike ?   Di dîrokê de gelek şoreş çêbûn. Şoreşa Fransayê, Şoreşa Sovyetê,Vîetnam û gelek şoreş di dîrokê de çêbûn. Di wan şoreşan de jî jin rola xwe dilêyst. Di wan şoreşan de jî jin hebûn. Lê piştî ew qas ked, têkoşîn di encamê de negihîşt mafê xwe. Ne rêxistin, ne bîrdozî û ne jî felsefeyeke xweser hebû. Gelek bedel jî dan. Lê di encamê de bi ser neketin. Yanî mafê xwe mîsoger nekir. Ji bo vê jî ev ferq û cûdahî di navbera şoreşa Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê û şoreşên ku di dîrokê de çêbûn hene. Di Şoreşa Rojava de jin dikaribû xwe rêxistin bike. Di nav giştî de cihê xwe digire, lê belê bi rengekî xweser jî xwe rêxistin bike. Pergala xwe ava kiriye, siyaseteke wê ya cuda heye, aliyê leşkeriyê YPJ û Kongreya Star heye. Meclîsa jin li ser asta Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê heye. Gelek saziyên rêxistin, tevger û partiyên siyasî yên jin hene vê derê. Ev ferq û cudahî yê ku ser nigan disekine, ya ku Şoreşa Rojava bi rengê jinê hat naskirin û dikaribû bi rengekî xweser xwe rêxistin bike, xwedî birdoziyekî ye. Ji bo vê yekê jî Hevpeymana Civakî ji bo jinê girîng e. Mafê xwe, azadiya xwe çawa karibin mîsoger bikin di aliyê kanûnî û zagonî de. Ji ber vê yekê qanûnên ku hene hem li Sûriyeyê û hem jî li Rojhilata Navîn giştî jî di aliyê jinê de tu heqîqet, cewher û rastiya wê di van qanûnan û destûran de mîsoger bike, tiştek bi vê rengê tuneye. Qanûnên ku hene ne li gor heqîqeta jinê ye, berovajê wê zilmê li jin û civakê dikin. Qanûn û destûrên hene nakeve hizmeta beşên civakê. Ji bo vê jî ev Hevpeymana Civakî ji bo jin û civakê jî girîng e.   Ji ber ku jin di aliyê fermiyetê de mafê xwe mîsoger dike. Ji ber vê yekê jî hem di aliyê rêgezên bingehîn û hem jî aliyê azadî û mafê bingehîn de hinek made hene. Madeyên taybet ji bo jinan hatiye danîn. Madeya 25 û 26 taybet ji bo jinê hatiye danîn. Madeya 25’an de dibêje “Mîsogeriya azadiya jinê ya di civakê de mafê jin û wekheviya navbera herdu zayendan de ye.” Çi pêkanînên tundiyê û îstîsmara jin wek sûcek tê dîtin. Hevpeymana Civakî jî mafê hemû pêkhateyan e. Çi çand, ol, bawerî û netew be mafê hemûyan e. Ji bo vê jî ev aliyê girîng ji bo jinê jî êdî ji mafê wê yê hilbijartin, rojên pêş ger bixwaze ji bo bibe hevserok, her wiha aliyê siyasî û leşkerî  de, yanî hemû cih jî di destûrên dewletan de tiştekî bi vê rengî tuneye. Jin bi tenê ji bo malê, ji bo zarokan tê dîtin û statûyek xwe ya taybet tuneye. Ji bo vê jî ev hişyarî, têkoşîn û berxwedan piştî ew qas ked û bedel jî hatin dayîn. Lê belê jin di van cihan de jî aliyê zanebûn û tecrûbeya ji dîrokê dikaribû mafê xwe di vê hevpeymanê de mîsoger bike. Bi vê yekê re Meclîsa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê ava bibe. Li ser vê esasê jî ev meclîs jî ji bo rojên pêş, plansaziyên siyaseta stratejîk ên girêdayî jin wê ev meclîs berpirsyar be. Ji bo pirsgirêkên jin, zanebûna jin û ji bo pêkanîna rêgezên demokratîk, di rêvebiriya xweser de, di civakê de û çawa karibe vê şoreşê biparêze ev meclîsa jin wê berpirsyar be. Di heman demê îsal wê hevpeymanek civakî taybet ji bo jin bê çêkirin.   "Di hinek madeyan de ji mafê Gelê Kurd, Aşûr û Sûryan bi rengekî xweser dikarin xwe rêxistin bikin. Çi di komînan de û çi di meclîsê de. Yanî ji jêr heta jor dikarin xwe bi rêxistin bikin. Ji xeynî vê jî bi rêxistinên xwe yên cuda saziyên xwe ava bikin, çand û zimanê xwe pêş bixin."   * Gelo ev hevpeyman ji bo parastina hemû pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye? Ger wiha be ev ê bandoreke çawa li ser pêşketina jin û civakê bike? Her wiha wê bandoreke çawa li ser yekîtiya di navbera pêkhateyan de bike?   Di destûrê Sûriyeyê de gelek zilm, bêedaletî û newekhevî di navbera pêkhateyan de hebû. Lê Gelê Kurd nikaribû bi zimanê xwe biaxive. Ji bo vê jî Hevpeymana Civakî de sê zimanên esasî hene. Di vê hevpeymanê de zimanên erebî, kurdî û suryanî jî hene. Di hinek madeyan de ji mafê Gelê Kurd, Aşûr û Sûryan bi rengekî xweser dikarin xwe rêxistin bikin. Çi di komînan de û çi di meclîsê de. Yanî ji jêr heta jor dikarin xwe bi rêxistin bikin. Ji xeynî vê jî bi rêxistinên xwe yên cuda saziyên xwe ava bikin, çand û zimanê xwe pêş bixin. Tiştên bi vê rengî di Hevpeymana Civakî de hatiye nivîsandin. Pêkhateyek nikare ola xwe li ser pêkhateyek din nikare ol a xwe ferz bike. Bi vê rengî Hevpeymana Civakî hatiye nivîsandin. Di aliyê siyasî, netewek bixwaze ji bo xwe partî ava bike û nêrîna xwe bîne ser ziman di komînan û kooperatîfan de. Dikarin akademiyên xwe ava bikin. Hinek made ji bo mîsogeriya pêkhateyan taybet hatine nivîsandin. Da ku ji bo bikaribin mafê xwe mîsoger bikin û aliyê baweriyê xûrtir bibe. Em dikarin bibêjin ku ferq û cudahî di navbera vê hevpeymanê û êşên ku me pergalên desthilatdaran de dît ev e. Ji ber ku carekedin civak dinivîse. Tiştên ku dibînin li gor berjewendiyên wê dinivîsin. Lê dibînin ne li gor heqîqet û berjewendiyên wê ne mecbûrin binivîsin. Madeyên îro pêwîst be, sibê divê ew made pêş bikeve. Dikare ji bo rojên pêşî gûhertinekê çêbike. Ji bo  vê yekê jî hemû pêkhate ser asta bakûrê rojhilatê Sûriyeyê û Rojava bi hemû pêkhate li hev rûniştin, xwedî vîn hilbijartin.   Bi baweriya ku ev hevpeyman jî bibe mîsogeriya azadî, aştî û yekîtiya di navbera Sûriye de. Ji bo vê jî ev hevpeyman li ser vîna gelan bê ku ferq û cudahî hebe û înkara netewekî bê kirin, nasnameya netewekî bê înkarkirin berovajê wê. Li ser rêvebiriya xweseriya demokratîk, edalet û wekheviyê tê avakirin. Bi taybetî aliyê ekolojîk jî em dibînin ku bandora van şer û pevçûnan, pirsgirêkên hene li ser xwezayî jî ber bi tunebûnê ve diçe. Ji bo ku em çawa vê xwezayê biparêzin pêwîstî bi civakek demokratîk û ekolojîk û li ser esasê azadiya jinê. Pergala hevserokatiyê tê de heye. Aborî û edaleta civakî ye.    "Hevpeymana Civakî dema ku hat ragihandin, dewleta tirk êrişê saziyên xizmetê yên civakî kir. Bi tank, top û balafirên xwe saziyên civakî xirap kir."   Rêgeza konferedariya demokratîk jî esas digire. Ev Hevpeymana Civakî dibe bingehek xûrt. Ji bo bibe bingeh ji bo avakirina  Komara Sûriyeya Demokratîk. Ji ber ku komara niha heyî komarek netew dewlet e û komerek gelek netew tê de tên înkarkirin e. Di heman demê de tên qetilkirin jî. Rejîma BAS em dibînin ku rojane êrişî gelan dikin. Bi taybetî êrişê vê projeyê dikin. Dixwazin vê projeyê têk bibin. Ji ber ku ev proje ne navendî ye û projeyên navendî jî nakevin xizmeta pergalên desthilatdar. Ji bo vê yekê jî bi hemû rê û rêbazan êriş dikin. Piştî ew qas pirsgirêk aloziyên Sûriyeyê dirêj kir û gelek herem dagir kir. Li herêma me jî gelek cih hatin dagirkirin. Wekî Efrîn, Serê Kanî û Girê Spî… Hewldanên niha jî hene ku herêmên din li Rojava û Bakurê Rojhilata Sûriyeyê dagir bikin. Armanc jî ev e rêvebiriya xweser a ku çawa bi vîn û keda xwîna vê civakê hatiye avakirin, tune bikin. Projeyên bi vê rengî ne li gor heqîqet û berjewendiyên wan in. Ji ber vê yekê di her aliyê de êrişê vê projeyê dikin. Hevpeymana Civakî dema ku hat ragihandin, dewleta tirk êrişê  saziyên xizmetê yên civakî kir. Bi tank, top û balafirên xwe saziyên civakî xirap kirin. Li hemberê vê yekê rêvebiriya xweser helwesta xwe da nîşandan û got "Em ê bi hemû hêza xwe civaka xwe biparêzin". Li hember van êrişan em ê tune nebin. Bersiva me wê bi tenê berxwedan be. Ev hevpeyman ji bo gelê heyî û jînê hêvî ye. Li hemberî ermen, suryan û kurd komkujî pêk hatin. Armanca desthilatdariyê lawazkirina civakan e. Bi vê yekê re dixwazin desthilatdariya xwe xûrt bikin. Ji ber vê yekê ew ji van pergalan ditirsin.       * Di salên 2014-2017'an de hevpeyman tê nûkirin. Di sala 2021'ê de dîsa biryar hat dayîn ku hevpeymana civakî bê serarastkirin û bendên nû lê bên zêdekirin li gor derfetan. Dîsa di sala 2023'yan de li gor derfetan civîna berfireh hat darxistin û li ser bendên ku nîqaş bûne hatin erêkirin û ketin meriyetê. Hûn girîngiya serarastkirina Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser çawa dinirxînin?   Hevpeymana Civakî cara dawî jî erê bû. Di madeya 132’yan de ji bo rojên pêş em dikarin sererast bikin. Li gor pêwîstiyên heyî, tiştên ji bo rojên pêş çêbibin, niha gelek herêmên me hatin dagirkirin û îhtîmal herêmên din tevlî vê yekê bibin. Ev hevpeyman ji guhertin û veguhertinê re vekiriye. Civak her tim ber bi guhertin û veguhertinê de ye. Her çixwasî pêwîstî hebe em ê dewlementir bikin. Madeya 132’yan jî dibêje dikare sererast bibe. Bi erêkirina meclîsên kantonan û Meclîsa Gel a Demokratîk dikarin gelek madeyan biguherînin û sererast bikin. Ji bo pirgirêka Sûriyeyê çareser bibe ev hevpeyman dikare li gor destûra Demokratîk Sûriyeyê ya nû xwe biguherîne.     "Cara yekeme ku li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekheviyek di navbera jin û mêran de heye. Cara yekeme ku nivî meclîsan wê jin be. Cara yekeme pergala hevserokatiyê li gor heqîqeta jin, li gor jiyana du cinsan tê avakirin."   * Di Hevpeymana Civakî de pêşgotinek û 4 derî tê de 134 made cih digirin. Her deriyek li gor bendên ku hatine dayîn xebat dide meşandin. Deriyê yekemîn ji prensîbên bingehîn ên civakê, welatparêzî û Rêveberiya Xweser pêk tê. Deriyê duyemîn jî ji maf û azadiya bingehîn pêk tê ku tê de her kesek bi azadiya xwe dikare beşdarî Rêveberiya Xweser bibe, her wiha Rêveberî jî mafê her mirovek ji hemû pêkhateyan diparêze û mafê her kesekî di pêşkêşkirina nêrînên xwe de jî heye. Hûn vêya çawa dinirxînin?   Ev hevpeyman li gor pêwîstiyan hat nivîsandin. Di 2021’an heta 2023’yan gelek civîn bi gel re çêbûn. Dema ku komîteya berfireh li hev rûniştin û hinek guhertin pêwîstbûn wê demê. Mînak li ser koçerên herêmên rizgarkirî yên wekî Reqa, Dabqa, Minbic, Dêrazorê 2014’an de tune bû. Ev herem nehatibûn rizgarkirin. Bi tenê em dikarin bibêjin wekî Kantona Cizîrê, Kobanê û Efrînê hebûn 2004’an de. Piştî 2018’an heremên Reqa, Debqa hatin rizgarkirin. Tevlî Rêvebiriya Xweser bûn. Çar rêvebiriyên sivîl hatin avakirin. Li herêma Rojava jî sê rêvebiriyên xweser hatin avakirin. Ji ber vê yekê pêwîstî hebû di vê hevpeymanê de guhertin çêbibe. Gelek made hatin guhertin û meclîs lê hatin zêdekirin. Dema ev komîte hat avakirin yekîtî di navbera kantonan de hat avakirin. Hin herêm bûn kanton. Ne bi tenê li ser Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê, li ser Sûriyeyê giştî jî di demên pêş de dibe ku guhertinek çêbibe. Niha destdirêjî li ser gelan heye. Guhertina demografîk, bi taybetî li herêmên Efrînê. Qetilkirin û tecawizên li dijî jinan gelek zêde bûne. Ev qas zêde êriş li ser jinê tê kirin. Ji ber ku heqîqeta jin li vê herêmê hêdî hêdî derdikeve pêş. Di Hevpeymana Civakî de jî di hemû qadan de temsîliyeta jinê heye. Sedî 50 ye, nîvî nîvî ye. Cara yekeme ku li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekheviyek di navbera jin û mêran de heye. Cara yekeme ku nivî meclîsan wê jin be. Cara yekeme pergala hevserokatiyê li gor heqîqeta jin, li gor jiyana du cinsan tê avakirin.       "Em dikarin bibêjin ku jin di aliyê Hevpeymana Civakî de mafê xwe bi dest xist. Ji bo ku em ev mafê xwe winda nexin û pêş bixin, nava hewldanan de bin. Divê jin di hemû qanûnan de mîsoger bikin."   * Hûn girîngiya rola jinan a di Hevpeymana Civakî de çawa dinirxînin?   Çawa di Şoreşa Rojava de pêşengtiya wê  jin bû, derbasî sala xwe ya 14’an dibe. Ev şoreş têk neçûye. Tevî ew qas zehmetî, êriş û hedef girtina jin ev proje li ser nigên xwe ye û li berxwe dide, belav dibe. Îro jin li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûye hêvî ji bo jinên Rojhilata Navîn û cîhanê. Dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ bi rehetî nehat heta vê rojê. Piştî ew qas ked û têkoşînê hat heya vê rojê. Ji bo vê jî ne bi tenê bû hêvî, her wiha bû nîmûne jî. Gelek jin Şoreşa Rojava ji xwe re wek nîmûne dibînin. Ji ber vê yekê jî ev şoreş çawa heta vê rojê hatiye û li ser nigên xwe maye û ji vê şûn de jî wê bimîne. Ji bo Hevpeymana Civakî jî heman tişt derbasdar e. Em dikarin bibêjin ku jin di aliyê Hevpeymana Civakî de mafê xwe bi dest xist. Ji bo ku em ev mafê xwe winda nexin û pêş bixin, nava hewldanan de bin. Divê jin di hemû qanûnan de mîsoger bikin. Ger ku em mîsoger nekin ew destkeftiyên ku me bi dest xistine jî wê tune bibin. Ji bo vê yekê jî bi rêya yekîtiyê û zanebûna me bi hev re pergalekî ava bikin.