ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2024'AN 2024-01-26 09:00:00     * Seroka Desteya Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Adalet Omer, anî ziman ku armanca sererastkirina Hevpeymana Civakî ji bo parastina hemû pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û got: "Jin bi vê hevpeymanê mafê xwe carekedin mîsoger kir." BI DÎMEN    * Li Rojava ligel civaka ekolojîk a ketiye jiyanê û bi cih bûye, Jinwar mînaka herî mezin û bi heybet a giştîbûna jiyanê ye. Jinwar gundekî jiyana azad û ekolojîk a ji bo jinan bi pêşengiya jinan hatiye avakirinê ye… Gihayê hermel ku wek sembola bereketê tê zanîn, bûye sembola Jinwar û her tişt bi her kite kiteyê bi hestiyariya jinê yekbûnekê îfade dike. JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ   * Derhêner Lîsa çalan da zanîn ku dewlet bi polîtîkayên şerê taybet hewl dide çand, ziman û hunerê tune bike û ev polîtîka li ser ciwanan tê ceribandin. Lîsayê anî ziman ku ev zext hemû girêdayê tecrîdê ne. BI DÎMEN    * Sabuha Akdag DEM Partiyî, balkişand ser êrişên ku desthilatdarî bi destê qeyûman li bajarên Kurdistanê pêk tîne û da zanîn ku wê hilbijartinan de qeyûman bişinin. BI DÎMEN    *Endama Komîteya Dîplomasiyê ya PYD'ê Cîhan Berkel têkildarî 9'emîn salvegera rizgarkirina Kobanê da zanîn bi saya berxwedana welatiyên Kobanê û bi pêşengiya jinan bajarê Kobanê ji çeteyên DAÎŞ'ê hat rizgarkirin û got:"Bi berxwedanek bêhempa şerê li dijî DAÎŞ'ê û dewleta tirk hat meşandin. Lewma navê Kobanê bû keleha berxwedanê. Bi taybet jinan jî cihê xwe di vê berxwdanê de girtin û yek ji mînaka sereke pakrewan Arîn Mîrkan bû. Wê bi çalakiya xwe ya fedaî li dijî DAÎŞ'ê şer kir. Kobanê wiha hat rizgarkirin û îro em jî xwedî li vê berxwedanê derdikevin." BI DÎMEN    * Zeynep Calihan a bi HADEP’ê det bi têkoşînê kir, niha bi Nobeta Edaletê didomîne. Zeynepê wiha got: “Ez ji vê têkoşînê derkevim ez ê îxanetê xwe bikim. Em dayik wê têkoşîna edaletê bidomînin. Heta edalet û hiqûq neyê wê têkoşîna me bidome.” BI DÎMEN    *Kampanya "Bi jin jiyan azadî, ber bi azadiyê ve" a TJA’yê di meha 5’an de didome. Endama Lijneya Weşana Jineolojiyê Dîlan Yildiz, 5 mehên kampanyayê nirxand û da zanîn ku kampayan li dijî her cureyê tundiyê têkoşîna azadiyê rêxistin dike. BI DÎMEN