Li Kîelê ji bo Abdullah Ocalan qert hatin şandin 2024-01-25 21:46:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kîelê di çarçoveya kampanyaya “100 hezar qert” a ji bo Rêberê  PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin de ji Girtîgeha Îmraliyê re qert hatin şandin.   Rêberê PKK’ê4 Abdullah Ocalan 25 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û 34 meh in tu agahî jê nayên girtin. Serlêdanên malbat û parêzeran ên ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan û girtiyên din re, bi awayekî sîstematîk di bin navê “disiplînê” de tên astengkirin. Ev rewş dibe sedema bertekên gelê Kurdistanê û hemû beşên civakê.   Bi vê boneyê di Cotmeha 2023’an de pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” hat destpêkirin. Di çaroveya pêngavê de kampanyaya “100 hezar qert” a ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin.   Li bajarê Kîel a Almanyayê ji bo Abdullah Ocalan qert hatin şandin.