Li Bîelê êrîşên li hember Rojava hatin protestokirin 2024-01-25 18:47:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Ciwanên Kurd TCŞ û TekoJIN li bajarê Bîel ê Swîsreyê êrîşên Tirkiyeyê êm li ser Rojava protesto kirin.   Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Tevgera Jinên Ciwanên Tekoşer û dostên Kurdan ji bo şermezarkirina êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rojava li ber Gara Trenê ya Bîelê hatin cem hev.   Li ser navê TCŞ'ê Ozgur Ronî axaftinek kir û got:“Weke her carê li Rojava ciwan û gelê Rojava li dijî êrîşên dewleta Tirk berxwedaneke bi heybet nîşan didin. Em ê bibin dengê vê berxwedanê. Em ê heta dawiyê vê berxwedanê bidomînin.”   Li ser navê Meclîsa Şehîd Mahîr Atakan Ahmet Kaya axivî û ev tişt anî ziman: “Em di pêvajoyeke dijwar re derbas dibin. Dijminê me dijminekî xwînrij û hov e.”   Ahmet Kaya bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin û wiha dirêjî daye: “Em tecrîda giran a li ser Rêbertiyê şermezar dikin. Em ketin meha komploya li ser Rêber Apo. Di vê mehê de wê li Kolnê meşeke mezin bê lidarxistin. Ji bo felsefeya Rêber Apo li hemû cîhanê belav bibe tevlî vê meşê bibin. Divê ev meş têkeve dîrokê. Divê her kes were vê meşê.”