Parêzeran hevdîtin bi CPT re kirin 2024-01-25 16:31:45     ENQERE - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hevdîtin bi CPT'ê re kirin. Parêzer Îbrahîm Bîlmez diyar kir ku wan ji CPT xwestine, bi lez heyetekê bişînin Îmraliyê.   Parêzerên Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrg ê Fransayê li saziyên Yekîtiya Ewropayê hin hevdîtin kirin û bi rayedarên CPT re jî rûniştin.   Ji parêzerên ku tevlî hevdîtinê bûn Îbrahîm Bîlmez piştî hevdîtina vê pêncşemê got: "Ji sala 1999'an û vir ve gava em firsendê dibînin bi rêk û pêk hevdîtinê bi CPT re dikin. Dema ku hevdîtinê nakin jî sê, çar mehan carekê li ser rewşa li Îmraliyê em raporê didin CPT. Hevdîtinek di vê çarçoveyê de bû.   Têkildarî rewşa li Îmraliyê me rewşa dawî ya ji aliyê xwe ve ji wan re ragihand. Me diyar kir ku nêzî sê sal in em nikarin bi ti awayî agahiyê werbigirin, ev yek ji bo me û Gelê Kurd cihê fikaran e û bandoreke neyînî li civaka Tirkiyeyê dike. Me daxwazên xwe ragihandin. Me diyar kirin ku li ser rewşa tenduristiyê ya Birêz Ocalan û muwekîlên me yên li wê derê agahiya me nîne. Û me ji CPT xwest ku rapora xwe ya li ser serdana dawî eşkere bike.   Her wiha me xwest ku li gel eşkerekirina rapora li ser serdana dawî, ji bo meseleya rewşa tenduristiyê CPT bi lez serdana Tirkiyeyê bike. Ji ber ku wernegirtina agahiyan mirovan dixe nava fikaran.   Wan li me guhdarî kirin, daxwazên me not kirin û diyar kirin ku ew ê bi endamên din ên komîteyê re parve bikin."