Zeyneb Celaliyan dest bi greva birçîbûnê kir 2024-01-25 14:53:01     NAVENDA NÛÇEYAN - Zeyneb Celaliyan diyar kir ku wê ji bo piştgiriya 61 jinên girtî yên ku li dijî darvekirinê ketine greva birçîbûnê dest bi greva birçîbûnê kiriye.   Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku girtiya siyasî ya kurd Zeyneb Celaliyan ku li Girtîgeha Yezdê girtî ye, ji bo piştgiriya bi 61 jinên ji bo şermezarkirina darvekirinan li girtîgeha Evînê dest bi greva birçîbûnê kiribûn, tevlî greva birçîbûnê bûye.   Xizmê nêz ê Zeyneb Celaliyan di hevdîtina ku bi Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê re kir de van tiştan anî ser ziman: “Zeyneb Celaliyan a ku di girtîgeha Yezdê de tê girtin di bin tecrîdê de ye û hevdîtina telefonê tê astengkirin. Lê ruxmê hemû astengiyan jî em hîn bûn ku wê ji bo piştgiriya jinên li Girtîgeha Evînê ku li dijî darvekirinê dest bi greva birçîbûnê kiribûn, tevlî greva birçîbûnê bûye.