Zekiye Îlbasan hat tehliyekirin 2024-01-25 13:52:56     AMED - Cîgira Serokatiya Giştî ya DBP'ê ya berê Zekiye Îlbasan di rûniştina xwe ya ewil de hat tehliyekirin.    Rûniştina doza Cîgira Serokatiya Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya berê Zekiye Îlbasan li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Parêzerên Zekiyeya bi girtî tê darizandin, Ozum Vurgun û Berdan Acun li rûniştinê amade bûn. Malbata Zekiyeyê, Seroka Giştî ya DBP'ê Çigdem Kiliçgun Uçar, Tevgera Jınên Azad (TJA), Meclîsa Jinan a DBP'ê ji bo piştevaniyê tevli rûniştinê bûn.    Zekiyeya di rûniştinê de parastin kir da zanîn edalet li Tirkiyeyê tune ye û ji ber vê sedemê girtiye. Zekiyeyê di parastina xwe de sûcên li dijî xwe qebûl nekir.    Polisa bi navê Nurgul Şahin jî giliyê Zekiyeyê kiribû û li eywanan rûniştinê bû. Nurgulê jî daiyar kir ku li milê wê dewsa naperûşkên Zekiyeyê heye lê belê piîn lê daye yan jî lê nedayê nayê bîra wê.    Dozger berdewamiya girtina Zekiyeyê xwest.    Zekiyeyê got tu sûcê wê tune ye.    Piştre parêzeran parastin kirin û gotin anîna ziman a tecrîdê ne sûc e û gotin îşkence li Zekiyeyê hatiye kirin. Parêzeran tehliyeya Zekiyeyê xwestin.    Dadgehê biryara tehliyeya Zekiyeyê da û biryara şandina dosyayê da ku amadekirina mutaalayê ji aliyê dozgeriyê ve bê kirin.    Rûniştin taloqî 7'ê Adarê hat kirin.