ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2024'AN 2024-01-25 09:00:00     *Derbarê 9’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê de, Cîgira Desteya Kar û Barên Civakî ya kantona Firatê Wehîde Omer bal kişand ser têkoşîna jinan a ji bo rizgarkirina Kobanê û got:” Kobanê bi têkoşîna jinan hat rizgarkirin. Bi xwîna jinên mîna Sozdar, Avesta, Arîn Kobanê hat rizgarkirin. Bi vê rizgarkirinê gelê Kobanê bi kêfxweşî vegeriya ser axa xwe. Rêxistinbûyina jinan roj bi roj xurt bû. Kobanê ji nû de şên bû.” DÎMEN HEYE   * Dayika aştiyê Sultan Acibuca rojeke çalakiya Nobeta Edaletê vegot û wiha got: “Min çavê xwe bi vê dozê vekiriye. Ez ê bi vê dozê jî bigirim. Em hemû dayik in. Her sibeh em bi coş û moralekî mezin tên vir. Divê em dest bidin hev û vê nobetê bigihînin azadî û serkeftinê.” DÎMEN HEYE