Hunermend Emel Çîftçî bi coş hat pêşwazîkirin 2024-01-23 16:37:59     AMED - Hunermend Emel Çîftçî ku bi îfadeya şahidê veşartî dihat darizandin, piştî biryara berdanê li ber girtîgehê ji aliyê hevalên xwe ve bi coş hat pêşwazîkirin.   Hunermend Emel Çîftçî li Amedê bi îdiaya "avakirin û rêvebirina rêxistinê" û "endamê rêxistinê" li ser îfadeyên şahidê veşartî Ulaş hat girtin. Emel a rûniştina wê îro li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin, hat tahliyekirin.   Emel a ku hat tahliyekirin li ber girtîgehê ji aliyê hevalên xwe yên hunermend û Tevgera Jinên Azad (TJA)  ve bi coş hat pêşwazîkirin.