Meşa Dirêj li Parîsê dewam dike 2024-01-23 15:33:21       NAVENDA NÛÇEYAN - Meşa Dirêj ku bi daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li paytexta Fransa Parîsê destpê kir, bi çalakiyên cuda dewam dike.   Meşa dirêj a 25 rojan a ber bi Strasboûrgê ve, di 22'ê Çileyê roja Duşemê de destpê kir.   Çalakger di roja duyemîn de li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li hev kom bûn û qert ji Îmraliyê re şandin. Kampanya şandina qertan di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya demokratîk ji pirsgirêka Kurd re' tê meşandin. Armanc ew e ku li tevahiya Ewropayê 100 hezar qert bêne şandin.   Hevserokê CDK-F'ê Şahîn Polat li pêşiya Navenda Çandê daxuyaniyek da çapemen iyê û got, "Di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tecrîd li ser gelên Rojhilata Navîn hemûyan tê ferzkirin. Ji bo şikandina tecrîdê em ê bi hev re çalakiya qertpostalan lidar bixin."   Çalakger piştre bi dirûşman heta postaxaneyê meşiyan.   Dûre ji bo xwe bigihînin cihê meşê ya li qada Învlîdeyê li metroyê siwar bûn, li vê derê jî têkildarî çalakiyê agahî dan rêwiyan.   Çalakgeran diyar kirin ku bi salan e ew li dijî tecrîdê têdikoşin û gotin, "Em dixwazin îsal teqez bikin sala azadiya Abdullah Ocalan û misogerkirina statuya Kurdan."   Çalakgerên ku unîformayên sor ên bi daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê li xwe kirin, piştî meşa ji qada Învalîdeyê wê 24'ê Çileyê roja Çarşemê biçin bajarê Laûrîentê. Meşvan wê heta Strasboûrgê li gelek bajaran bimeşin, civînan lidar bixin, hevdîtinan bikin û qertpostalan bişînin.