Sidika ya 83 salî ku hat binçavkirin serbest berdan 2024-01-23 15:05:26   AMED - Sîdîka Silêmanoglû ya 83 salî ku bi hinceta li Amedê di serdegirtina malan de wêneyê wê bi neviyê wê yê PKK'yî re hatiye dîtin, hat binçavkirin, serbest berdan.   Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê de danê sibehê li navçeyên Rezan û Peyasê ên Amedê bi ser hin malan de hat girt. Di serdegirtina malan de Sîdîka Silêmanoglû ya 83 salî û bûka wê Netîce Silêmanoglû (50) hatin binçavkirin. Sîdîka û Netîce piştre birin Midûriyeta Polîsan a Amedê.   Sîdîka ku bi hinceta bi neviyê xwe yê PKK'yî re wêne kişandiye piştî îfadeya wê li midûriyeta polîsan hat girtın serbest berdan.   Wê îfadeya wî bê girtin   Tê payîn ku îfadeya Netîce ya ku bi keça xwe ya PKK'yî re wêne girtiye wê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê ve bi rêya Sîstema Agahdariya Deng û Dîmenê bê girtin.   Hat ragihandin ku li Taxa Cirnokî ya navçeya Hezro jî avêtin ser mala malbatê.