Îranê 3 sal ceza da rojnamevan Ghazala Zare 2024-01-23 14:42:17   NAVENDA NÛÇEYAN -Dadgeha 'Şoreşê' ya Îslam a Îranê 3 sal cezayê girtîgehê li rojnamevan û parêzavana mafan Ghazala Zare birî.   Danaşîna rojnamevan û parêzvana mafan a Ghazala Zare ku di meha Tebaxa 2023’an de hatibû girtin, li Şaxa 2’emîn a Dadgeha 'Şoreşê' ya Îslamê li Hurremabad a herêma Lorîstan a Rojhilatê Kurdistanê hate dîtin.   Bi îdiaya ‘propagandaya li dijî rejîmê’ 1 sal ‘bi armanca xirakirina ewlehiya welat avakirina koman’ 2 sal cezayê girtîgehê li Ghazala Zare birîn.   Ghazala Zare beriya were girtin ji bo zarok û ciwanan pirtukxaneyên cûda û navendên pêşketina xwendinê rêvedşbir. Di heman demê de ji bo piştgiriya zarokên kolanan bi saziyek xêrxwaz re dixebitî. Axaftina rojnamevanê ya li atoleyeyekê weke ‘suc’ hatibû dîtin û hatibû girtin.