2 sal û mehek ceza li Dayikên Aştiyê hat birîn 2024-01-23 09:16:16     WAN - Ji bo endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên ku ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê û şert û mercên tecrîdê daxuyanî dan çapemeniyê, 2 sal û mehek cezayê girtîgehê li wan hat birîn.   Girtiyan di sala 2019’an de li gelek girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê bi armanca ku bi parêzer û malbat bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne û şert û mercên giran ên tecrîdê bên rakirin, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Bi pêşengiya xizmên girtiyan ve li derve jî çalakî berdewam kir. Xizmên girtiyan ji ber çalakiyên xwe gelek caran bi êrişa polîsan re rûbirû man.    Yek ji çalakiyên piştgiriyê daxuyaniya ku di 30’ê Kanûna 2019’an de li ber Kampusa Girtîgehên Tîpa T, F û Ewlekariya Bilind a Wanê pêk hatiye. Li dora daxuyaniya ku bi beşdariya Tevgera Jinen Azad (TJA) û Dayikên Aştiyê hate lidarxistin, bi dehan polîs û cendirme hatin dorpêçkirin. Aktîvîstên TJA’yê û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên beşdarî daxuyaniyê bûn li erdê re hatin kaşkirin û di bin îşkenceyê de hatin binçavkirin.    9 jinên hatin binçavkirin jî di dema binçavkirina 3 rojan de rastî îşkenceyê hatin. Piştî îfadeyên polîs û dozgeriyê jinên ku sewqî dadgehê hatin kirin bi îdîaya "Li dijî qanûna meşê û xwepêşandan pêk anîne" û "endamên rêxistinê ne" bi daxwaza şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.   4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê di 23'yê Kanûna 2022'yan de bi îdîaya "Binpêkirina qanûna civîn, xwepêşandan û meşan" biryara beraetê da. Lê bi hinceta "Bi zanetî û dilxwazî alîkariya rêxistinê kirine" 2 sal û mehek cezayê girtinê li 9 jinan hat birîn. Dosyaya aktîvîsta TJA'yê Dîlan Yildiz bi dosyên din re hatin yek, Xemê Akdogan a ku di 7'ê Tîrmeha sala 2023'yan de jiyana xwe ji dest da dosyaya wê betal bû.    2 sal û mehek ceza li endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê Besna Akdogan, Gulhazar Unvercan, Hediye Kaçak, Meryem Abî, Zekiye Kaya û aktîvîstên TJA'yê Neslîhan Şedal û Mizgîn Bor hat birîn.