Namzeta jin ya hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê diyar bû 2024-01-22 19:21:00   AMED - Namzeta Jin a hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya DEM Partiyê Serra Bucak hat hilbijartin û ji bo namzetên mêr jî wê sibê tûra duyemîn pêk bê.   Hilbijartinên mazetê hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya  Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî)   duh hat kirin. Di dengayîna hat kirin de Serra Bucak ji sedî 50+1 derbas kir û bû namzeta hevşardariya bajarê Mezin a Amedê. Komîsyona Pêşhilbijartinê namzetiya Serrayê teqez kir.   Ji mêran kesî ji sedî 50+1 derbas nekir û sibê wê ji bo Dogan Hatun û Garîp Kandemîr li 17 navçeyan hilbijartin bê kirin.   Navendên wê deng lê bê bikaranîn   Yenîşehîr: Salona Dawetê ya Kaplan (Îstasyon)   Sûr: Salona Dawetê ya Nîlgun   Rezan: Salona Dawetê ya Şolen   Peyas: Salona Dawetê ya Kaplan City (Manolya Salon Gaziler)   Li 13 navçeyên din jî wê li avahiyên DEM Partî dengdayîn bê kirin.