Nobedên Edaletê bi serdanan dewam dikin 2024-01-22 16:12:21     EDENE /MÊRSÎN - Li Edene û Mêrsînê ku Nobedên Edaletê 50 roj li dû xwe hiştin çalakiyan bi dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" û "Bijî Serok Apo" îro jî bi serdanan dewam kirin.   Di 27'ê Mijdarê de li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo tevlîbûna pengava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" ya ku di 10'ê Cotmehê de hatibû destpêkirin, grevên birçîbûne hatin destpêkirin. Bi heman armancê bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li Wan, Amed, Mêrsîn, Edene, Mêrdîn, Stenbol û Îzmîrê jî çalakiya "Nobeda Edaletê" hatin destpêkirin.   Çalakiya li Edene û Mêrsînê berdewam dike.   Edene   Çalakiya bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Akdenîz Edeneyê (AATUHAY-DER) di roja 50'i de ye. Rêveber û endamên komeleyê piştgirî dan çalakiya Dayikên Aştiyê. Di tevahiya çalakiyê de dayikan dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" berz kirin. Çalakvanan daxwaza azadiya Abdullah Ocalan û girtiyên din kirin, dayikan çalakiya xwe bi stranan berdewam kirin.   Mêrsîn   Nobeda Edaletê ya bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re a Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) re li avahiya komeleyê di roja 50’î de didome. Dayikên Aştiyê, endam û rêveberên komeleyê beşdarî çalakiya îro bûn, gelek welatiyan jî piştgirî dan. Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.