Derbarê qetilkirina Firyal de 2 kes hatin binçavkirin 2024-01-22 15:49:00     NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê Polîsên Kerkûkê ragihand ku 2 kesên gumanbar, li ser qetilkirina Firyal Silêman Xalid hatine binçavkirin û lêkolîn dane destpêkirin.   Di 18’ê Çileyê de li Kerkûkê siyasetmedar û çalakvana jin ya Kurd Firyal Silêman Xalid hat qetilkirin. Piştî bûyerê lêkolîn hatibû destpêkirin. Berdevkê Rêveberiya Polîsan ya Kerkûkê Amir Şiwanî derbarê binçavkirina kesên li ser qetilkirina Firyal Silêman de agahiyê nû da ROJNEWS'ê.    Amir Şiwanî got ku lêkolîn di qonaxek baş de ye, dosya niha ber destê Îstîxbarata Dijî Terorê ye, 2 tometbar li ser bûyerê hatine binçavkirin û lêpirsîn hatiye destpêkirin.   Di 18’ê Çileyê de li taxa Serçinar ya Kerkûkê dijî siyasetmedar û çalakvana jin Firyal Silêman êrişek terorî pêkhat. Hate zanîn ku du kesên li ser motorsîkletê û rûyê wan girtî êrişê Firyal kiribûn û li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dabû.