Nobeda Edaletê: Em ê azadiya Abdullah Ocalan misoger bikin 2024-01-22 15:36:22     MÊRDÎN - Nobeda Edaletê bi dirûşman dewam kir û di nobedê de bal hat kişandin ser azadiya Abdullah Ocalan.   Nobeda Edaletê ya Mêrdînê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd ku li Rêxistina Partiya Herêmên  Demokratîk (DBP) ya Mêrdînê dewam dike ji aliyê bi dehan kesî ve hat ziyaretkirin.   Di serdana ku ji aliyê rêveberên navçeyên Mêrdînê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û welatiyan ve hate kirin de, li ser navê rêveberiya navçeyê Dêrikê ya DEM Partiyê Selahattîn Îzgî  axvî û diyar kir ku ew ê çalakiyên bi daxwaza azadiya Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd li her derê belav bikin û li herderê dest bi çalakiya nobedê bikin.   Selahattîn got  ku heta Abdullah Ocalan azad nebe Gelê Kurd azad nabe û diyar kir ku ew ê ji têkoşîna azadiyê paşde gav navêjin û destnîşan kir ku ew ê azadiya Abdullah Ocalan misoger bikin.