Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ji OHCHR’ê re peyam şand 2024-01-22 11:22:10     NAVENDA NÛÇEYAN - Înîsiyatifa Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Sûriyeyê û Înîsiyatîfa Parêzerên Abdullah Ocalan a Sûriyeyê, ji serokê nû yê OHCHR'ê re peyam şand û xwest dijî tecrîdê bikevin nava hewldanan.    Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) di civîna xwe ya 10`ê Çileya 2024`an de Nûnerê Daîmî yê Mexrîbê (Fas) yê Ofîsa Netewên Yekbûyî ay Cinêvê Omar Zniber wekî serokê nû yê komîseriyê hilbijart. Piştî belavbûna nûçeya hilbijartinê, Înîsiyatifa Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Sûriyeyê û Înîsiyatîfa Parêzerên Abdullah Ocalan a Sûriyeyê ji Omar Zniber re nameyek şand.   Li gorî agahiyên ku endamên înîsiyatîfê dane ajansa ANHA'yê, name bi riya înternetê hatiye şandin. Her wiha jê hatiye xwestin ku ji bo bidawîbûna tecrîda li ser  Abdullah Ocalan û pêkanîn azadiya wî ya fizîkî mijarê bixin rojeva xwe. Di nameyê de rewşa li Îmraliyê û sûcên dijî Rêber Abdullah Ocalan jî hatine rêzkirin.   Di 31 Kanûna 2023'yan jî hezar û 25 parêzerên li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê û herêmên din ên Suriyeyê bi daxwaza azadiya fizikî ya Abdullah Ocalan, imzeyên xwe ji Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî re şandibûn. Li gorî agahiyên Ajansa ANHA'yê ji înîsiyatifê girtine heta niha Rêxistina Efûyê tu bersiv nedane.