Xwebûn bi manşeta ‘Wa tecrîd wedarîyo’ derket 2024-01-22 09:02:49     NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 214’an a Rojnameya Xwebûn bi manşeta “Wa tecrîd wedarîyo” derket.    Hejmara 214’an Rojnameya Xwebûnê vê carê bi kirmanckî bi manşeta “Wa tecrîd wedarîyo” derket. Vê hefteyê bi Akademîsyene Sarah Glynne re li ser tecrîdkirina Rêberê  PKK’ê Abdullah Ocalan û pêngava ku ji bo azadiyê hatiye destpêkirin hevpeyvîn hat kirin. Akademîsyene Sarah Glynne diyar kir ku tecrîdkirina li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalanî li dijî heqîqeta mirovahiyê ye û wiha got: “Tecrîd nayê qebûlkirin. Li dervê mirovahiyê ye.”    Rojnameyê di surmanşetê de bi sernavê “Bi êrîşan dixwazin DAIŞ’ê zindî bikin” cih da armanca êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Hevseroka Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid têkildarî êrişên Tirkiyeyê yên dawî diyar kir ku dewleta tirk bi salan e êrişî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeya Demokratîk dike û got: “Bi van êrîşan derî ji çeteyên DAIŞ’ê û çeteyên din vedikin. Xwestin DAIŞ herêmên me digir bikin. Êrişî çavkaniyên jiyanê dikin. Dixwazin gel koçber bikin û Pergala Rêveberiya Demokratîk pûç bikin.”    Rojnameyê di bin manşetê de jî cih da Konferansa TJA’yê ku li Amedê pêk anîbû. Beşdara konferansê aktîvîsta filipînî û Sekretera Giştî ya Parêzerên Yekitiya Gel a Neteweyî Marîa Krîstîna Contî têkildarî têkoşîna jinên kurd ji rojnameyê re axivî û diyar kir ku gelê kurd bi taybetî jî jinên kurd ji bo azadiyê têdikoşin.