Li hinek navçeyên Amedê namzetên hevşaredariyê diyar bûn 2024-01-21 21:31:17     AMED - Di pêşhilbijartina duyemîn a DEM Partiyê li Amedê pêk anî de namzetên hin navçeyan diyar bûn.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo li Amedê namzetên hevşaredariyê yên bajarê mezin û hevşaredarên navçeyan diyar bikin îro pêşhilbijartin pêk anî. Hejmartina dengan a ji bo Şaredariya Bajarê Mezin berdewam dike. Encamên tûra duyemîn a pêşhilbijartina ji bo hevşaredarên navçeyan hate kirin jî hêdî hêdî diyar dibin.    Bernamzetên di tûra duyemîn de herî zêde deng wergirtine wiha ne:    * Bajarê Nû: Safiye Akdag û Mehmet Ergun   * Bismil: Mizgîn Ekîncî û Guven Tanrikûlû   * Sûr: Fatma Onkol û Adnan Orhan    * Erxenî: Şiyar Guldîken û Bîrsen Azad Bayar   * Farqîn: Kadrî Esen û Sevîm Bîçîcî   * Hênê: Hamdûllah Demîr û Vesîle Narîn    * Hezro: Hasîbe Yazdik û Erhan Guven   *Karaz: Mehmet Şik û Evîn Ay   * Pasûr: Fatma Ay û Mûrat Îpek   * Licê: Dîlek Diyar Ozer û Firat Demîr   * Gêl: Bahar Karakaş Ûlûg û Zulkuf Polat   Li sê navçeyan hilbijartin didome   Li navçeyên Xana Axpar, Rêzan û Peyasê hejmartina dengan didome.    Li Pîranê jî wê namzet bi pirsîna ji gel bên diyarkirin.    Encamên teqez, piştî nirxandina îtîrazên bên kirin dê ji aliyê rayedarên DEM Partiyê ve ji raya giştî re bên ragihandin.