Qetilkirina Feryal Silêman li Şehbayê hat şermezarkirin 2024-01-21 14:19:38     NAVENDA NÛÇEYAN - Kongreya Star a Efrîn-Şehbayê li kantona Şehbayê qetilkirina siyasetmedar Feryal Silêman Xalid bi daxuyaniyekê şermezar kir.   Di 18'ê Çileyê de li bajarê Kerkûkê Başûrê Kurdistanê di encama êrîşa çekdarî de siyasetmedara Kurd a ji Rojavayê Kurdistanê Feryal Silêman Xalid hat qetilkirin. Li dijî hedefgirtina jinên pêşeng û siyasetmedar Kongra Star Efrîn-Şehbayê daxuyanî da.   Daxuyanî li parka 4'ê Avrêlê ya navçeya Ehdasa kantona Şehbayê bi beşdarbûna endamên jin ên sazî û dezgehên herêmê hat dayîn. Di daxuyaniyê de wêneyên pakrewan Feryal Silêman hatin rakirin û ji aliyê Koordînasyona Kongra Star Efrîn-Şehbayê ve Rîhan Elo ve daxuyanî hat xwendin.   'Pakrewan Feryal dîrokek ji têkoşînê li pey xwe hişt'   Rîhan Elo di destpêka daxuyaniyê de wiha got: "Careke din êrîşên hovana yên bi destên îxanetê pêk hatin ji ber ku temsîla xeta jinên azad dikir bi ked û xebatê xwe hewl dida civaka xwe bi rêxistin bike bi taybetî li başûrê Kurdistanê bajarê Kerkûkê jina pêşeng Feryal Xalid Silêman bi nasnav Zelal Zegros hat hedefgirtin û gihîşt asta şehadetê. Pakrewan Feryal dîrokek ji têkoşînê li pey xwe hişt ji destpêkê ve karê cebhewî dikir piştre derbasî nava refên gerîla bû, cihê xwe di  nav piranî eniyên Kurdistanê de girt û di qadên rizgarkirî de kedek mezin da, ji ber armenca wê bicihanîna fikir û felsefeya Rêber Apo ya Netewa Demokratîk di nav hemû pêkhateyan de bû. Ji bo rizgarkirina jinên di nava pencên pişavêtinê de mane û ji bo xelaskirina civakê ji zihniyeta DAIŞ’ê û paşverûtiyên demê rol û mîsyon girt ser milên xwe. Bi taybet di nav jinên ereb de rola pêşeng lîst, ev bû sedem ku pakrewan Feryal bibe hedefa dijminê tirsonak ê ku ji hêza jinên bi rêxistinkirî ditirse."   'Jina pêşeng bi destên dijmin tên hedefgirtin'   Di nava daxuyaniyê de Rîhan Elo teqez kir ku jina pêşeng bi destên dijmin tên hedefgirtin û got: "Mixabin dîroka ku Nagîhan Akarsal bû hedef careke din li ser tevgera azadiya jinan xwe dubare kir. Li ber çavên Hikumeta Iraqê û Rêveberiya Başûrê Kurdistanê, bi destên MÎT’ê û hevkariya mala Berzanî di şexsê şehîd Zelal de komkujiyek siyasî pêk anîn. Dema ku derbasî Kerkûkê bû ji bo hevdîtinan bi rêxistinên jinan re li wir bike hat şehîdxistin."   Banga yekgirtinê    Rîhan bang li rêxistinên cîhanî kir û wiha dawî li daxuyaniyê anî: "Em jî bi navê Kongra Star û hemû rêxistinên jinan di kantona Efrîn Şehbayê de vê êrîşê bi tundî şermezar dikin û bang li hemû gelên azadîxwaz dikin ku dengê xwe bikin yek li hemberî siyasetên qirkirin û tunekirinê yên li ser vîna gelên ku li hemberî zihniyeta desthilatdar serî hildidin. Ji ber ku binpêkirinên dewleta tirk li hemberî gelê Efrînê ji vê siyasetê ne cuda ye. Di heman demê de em bang li rêxistinên jinan ên cîhanê dikin ji bo ku bibin dengê hêrsa jinan li hemberî siyasetên şovenîst û ne rewa."   Daxuyanî bi dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" û "Şehîd namirin" bi dawî bû.