Rêveberiya Xweseriya Demokratîk: Em ê şoreşa xwe biparêzin 2024-01-21 14:10:04     NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê salvegera 10'an a damezirandina xwe pîroz kir û destnîşan kirk u bi saya vîn û berxwedana gelê herêmê hewldan û siyasetên dijminane yên dewleta tirk û amûrên wê, bi bin ketin.   Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê bi boneysa salvegera 10'an a damezirandina xwe ku 21'ê Çileyê ye, daxuyaniyek da.    Daxuyaniya rêveberiyê wiha ye:   "Bi giyanê şerê gel ê şoreşgerî em ê dagirkeriyê têk bibin û şoreşa xwe biparêzin. Em salvegera 10'an a damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê li gelê xwe û malbatên şehîdan pîroz dikin û şehîdên şoreşê bi bîr tînin.   Li gel ku em derbasî pêvajoyeke nû ya têkoşînê dibin, em vê boneya bêhempa pîroz dikin. Di vê pêvajoyê de divê em destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin û pêş bixin. Ev rêveberî ku berhema Şoreşa 19'ê Tîrmehê û têkoşîna gelê me ji bo azadî, edalet û demokrasiyê ye. Vîn, armanc û hêviyên tevahî pêkhateyên Cizîrê li ser bingeha xwişk û biratiya gelan û jiyana hevbeş bûn di projeya Rêveberiya Xwseriya Demokratîk de bûn yek. Di vê rêveberiyê de her kes bi vîna xwe dikare herêmên xwe birêve bibe û biparêze ji bo ku li Sûriyeyê re bibe modeleke demokrasiyê, pergala navendî ya netewperestî tune bike ku Sûriye wêran kir, hişt bê dagirkirin û gelê wê koçber kir.   Tunekirina projeyên çareseriyê û guhertina demokrasiyê ji ber necidîbûn û neberpirsiyariya kesên ku pêşengiya şoreşê îdia kirin û niha ji hêzên dagirker re bûne çete, her wiha rejîma ku bi şer û kuştinê bersiv da daxwazên gel ên azadiyê û rûmetê,  pêwîst kir ku projeyek bê ragihandin ji bo ku gel ji vê trajediyê xilas bike.   Ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di 21'ê Çileya 2014'an de, li kantona Cizîrê, dûre li Kobanê û Efrînê ku piştî rizgarkirina herêmê ji DAIŞ'ê ji aliyê QSD'ê ve bûn bingeha avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo Sûriye û herêmê bû modela çareseriya demokratîk.   Her wiha Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di van salan de, destkeftiyên mezin di şert û mercên herî dijwar de ji rêxistinên terorîst bigire heta bigihêje êrişên domdar ên dewleta tirk, paşguhkirina civata navneteweyî ya doza Sûriyeyê û mafên rewa yên gelê wê, li ser gelek astan bi dest xistin.     Rêveberiya Xweseriya Demokratîk nûnertiya hêviyên tevahî gelê herêmê dike ku şerê rêxistinên terorîst kir û li hember dewleta tirk a dagirker a ku finanseya herî mezin a projeyên cudakirinê li Sûriyeyê ye, sekinî.   Bê guman Tirkiye şert û mercên herêmî û navneteweyî û dozên li ser qada navneteweyî bi kar tîne, bi awayekî birêxistinkirî terora navneteweyî dimeşîne, herêmên me Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin. Li wan herêman jî, siyasetên guhertina demografiyê dike. Her wiha bi rê û rêbazên cuda êriş herêmên me dike, ji dorpêçê bigire heta bigihêje qutkirina avê, hedefgirtina binesaziya herêmê,  siyaseta erdê şewitî dimeşîne ji bo ku projeya me ya demokratîk têk bibe, şiyanên Rêveberiya Xweser qels bike, welatiyan bitirsîne, wan neçarî koçberiyê bike.   Mixabin ev sûc tev da encama bêdengî û xemsariya navneteweyî û hêzên dabînker e ku derfetê dide Tirkiyeyê van sûcan li dijî gelên herêmê bike. Hewldan û siyasetên ji aliyê dewleta tirk û amûrên wê ve têne kirin, bi saya vîn û berxwedana ciwanên herêmê bi bin ketin. Ji ber ku dewleta tirk nekarî vîna gelan têk bibe û careke din teqez kirin ku ew bi ax, destkeftî û rêveberiya xwe xweser û hêzên ve girêdayî ne.   Ev rêveberiya hatiye avakirin û heta îro li dar e, her tim di pêşketinê de ye, xwe spart xwe û şiyanên xwecih, rêveberiya gel. Bi pêşengiya jina zana û bi vîneke xurt a ciwanan xeta sêyemîn pejirand. Em di dema ku salvegera 10'an pîroz dikin, careke din teqez dikin ku berxwedana me ji bo tunekirina dagirkeriya tirk a li ser herêmên me û vegera koçberan li warên xwe, berdewam e. Em ê vê projeya xwe ya demokratîk a ku ji bo Sûriyeya pêşerojê bûye model û hêviyên gelê Sûriyeyê dabîne dike, pêş bixin. Bi rêya însiyatîfa çareseriya Sûriyeyî ya ku ji bo komkirina hêzên demokratîk û destpêkirina diyalogê ragihandiye, hewl dide aloziya welêt û êşên gelê wî bi dawî bike.   Em bang li civata navneteweyî dikin ku berpirsyariyên xwe bi rêya biryaran bi taybet 2254 bînin cih, çareseriya siyasî li Sûriyeyê pêş bixin, fişarê li dewleta tirk bikin ku êrişên xwe yên li dijî herêmên me rawestîne, hesab bipirsin ji ber sûcên ku li dijî gelê me kirine, piştgiriya QSD'ê di têkoşîna wê ya li dijî DAIŞ'ê de bikin ji ber ku dewleta tirk hewl dide vê rêxistinê dîsa vejîne. Her wiha piştgriya Rêveberiya Xweser bikin, wê nas bikin, dest bidin hewldanên wê ji bo sepandina îstiqrarê û ji nû ve avakirina binesaziya ji aliyê terorê û dewleta tirk ve hatiye wêrankirin.   Em careke din ji gelê xwe re piştrast dikin ku bi vîn û hêza gelê xwe yê bêhempa xeta avakirinê û pêşxistinê berdewam bikin. Erkên di vê pêvajoyê de ji me tê xwestin ji bo tunekirina dagirkeriyê û terorê bînin cih.   Em bang li pêkhateyên herêmê dikin ku bibin yek, xwedî li Rêveberiya Xweser derkevin, ji bo ku bi hev re li hember hewldanên li dijî destkeftiyên me bisekinin. Bi hev re bi rêya hevpeymana civakî rêveberiya xwe pêş bixin ji ber ku ev hevpeyman xebatên rêveberî, sazûmanî ya civakî bi awayekî berçav bi pêş cixe û ji bo destûra Sûriyeyê bingeh e."