Meşa mezin a li dijî êrişan, li Qamişloyê dest pê kir 2024-01-21 11:42:25     NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo parastina destkeftiyên gelan û şoreşê, meşa mezin a li Qamişloyê bi dirûşma "Bi giyanê gelê şoreşger em ê dagirkeriyê têk bibin û şoreşa xwe biparêzin" dest pê kir.   Ji bo şermezarkirina êrişên dewleta tirk û parastina destkeftiyên gelên herêmê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê hemwextî salvegera damezirandina xwe meşek li dar xist.    Meş ji çerxerêya Osman Sabrî bi beşdariya xelkê bajarên Qamişlo, Dêrik û Hesekê, navçeyên Girkê Legê, Çilaxa, Til Koçer, Tirbespiyê, Til Hemîs, Dirbêsiyê, Til Temir, Til Birak û Şedadê dest pê kir. Girseya gel wê heta Stada Şehîdên 12`ê Adarê bimeşin.   Her wiha endamên saizyên sivîl, jinan, tevgerên ciwanan, partiyên kurd, ereb û suryan, nûnerên deste û meclisên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê, şaneyên kantona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rûspiyên êlên herêmê tev li meşê bûne.   Li gel wêneyên sûcên dewleta tirk ên li dijî herêmê û welatiyan, girseya gel alên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, hildan.   Çaverê ye ku li stadê miting bê lidarxistin û bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê, Meclisa Malbatên Şehîdan û Kongra Star axaftin werin kirin.