'Heta vegera Efrînê wê têkoşîna me bidome' 2024-01-21 09:06:17     Mîdye Miqted   ŞEHBA - Bi sedan welatiyên Efrînê li kantona Şehbayê ji bo salvegera 6'emîn a destpêkirina êrîşên li ser Efrînê daketin qadan. Jinên daketin qadan gotin heya vegera Efrînê wê berxwedana wan bidome.    6 sal di ser destpêkirina êrîşan li ser bajarê Efrînê ên ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wê derbas bû. Bi vê munasebeta bi deh hezaran kes li Şehbayê, bi meşek girseyî ku ji destpêka navçeya Ehdasê dest pê kir û heya dawiya navçeyê li qada ajokariyê bi dawî bû, li dar xistin.    Di meşê de wêneyên pakrewanên Berxwedana Serdemê û çiqlên darên zeytûnan hatin hildan. Her wiha pankertên bi nivîsa "Efrîn rûmeta me ye Efrînê biparêzin", "Bi rihê berxwedanê em ê dagirkeriyê têk bibin" hatin hildan û dirûşmên "Bijî berxwedana serdemê, na ji bêdengiya navneteweyî" hatin hilgirtin. Jinên tevli meşê bûn dan zanîn ew ê li dijî êrişan her li ser piyan bin.    'Heya vegerê berxwedana me dewam e'    Foziya Hiso ji ajansa me re axaftina xwe kir û wiha da zanîn ku wê berxwedana wan heya vegera Efrînê berdewam be û got:"Ev roj ji bo me rojeke pir bi êş e ku di vê rojê de êrîşên giran bi ser me de hatin lê zarokên me 58 rojan li ber xwe dan. Tevî wê hovîtiyê me têkoşîna xwe dewam kir."   'Em ê her li ser piyan bin'   Di dawiya axaftina xwe de Fewziya Hiso da diyarkirin ku heya ew venegerin Efrînê ew ê her li ser piyan bin û li qada bin û got:"Bila dewleta faşîst bizanibe ku em gelê Efrînê bi carekê gav ji berxwedana xwe bi paşve nakşînin heya ku em vedigerin cih û warê xwe. Ev yek jî wê bi saya xwîna pakrewanên me misoger bibe."   'Soza ku me da em ji bîr nakin'   Di heman demê de dayika bi navê Soheyla Şêx Ehmed jî ji ajansa JINNEWS'ê re derbarê roja 20'ê Çile axaftina xwe kir û got:"Di salvegera 6'emîn a êrîşkirina ser bajarê Efrînê de em îro daketine qadan. Îro em van êrîşan bi tundî şermezar dikin, bila dewletên faşîst baş bizanbin ku em ji soza ku me ji bo Efrînê daye bi bi paş ve naçin. Heta ku em venegerin welatê xwe wê her têkoşîna me mezintir bibe ji ber tu mafê dewleta li me tune ye ku ewqas zilmê li me bikin."