Kurdan dersa demokrasiyê da niha dora lihevkirina bajar e 2024-01-21 09:02:32     Dîlan Babat   ENQERE - Hevberdevka Komîsyona Karê Hilbijartinê ya DEM Partiyê Îlknur Bîrol da zanîn ku li 90 navendî pêşhilbijartin pêk anîne û gel dersek mezin a demokrasiyê daye û wiha domand: “Ji bo pirsa ‘Hûn dixwazin çawa bên birêveberin’ fikra lihevkirina bajar derket. Lihevkirina bajar wê di zemîna ku gel xwe têde dibîne, têde edalet pêkane û ji nîjadpestî, zayendperestiyê dûr be.”   Amadekariyên hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê didomin. Gelek partiyên siyasî namzetên xwe aşkera kirin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi pêşhilbijartinên pêk tîne namzetên xwe diyar dike. DEM Partiyê got li bajarên rojava li 7 bajar û 27 navçeyî wî namzetan nîşan bide. DEM Partî ku bê navber lihevkirina bajar tîne ziman, ji aliyê her kesî ve erênî tê dîtin.   Hevberdevka Komîsyona Karê Hilbijartinê ya DEM Partiyê Îlknur Bîrol, li ser lihevkirina bajar û rêgezên wê nirxandin kir.   ‘Rêveberiyên herêmî pratîka demokrasiyê ne’   Îlknurê diyar kirku lihevkirina bajar bi hilbijartinên herêmî hatiye rojevê û bernameya DEM partiyê prensîbên sas yên modela civakî dihewîne û wiha dirêjî daye: “Desthlatdarî rêveberiyên herêmê wek cihên ku xizmetên cemwerî lê tên kirin dinêrin. Em rêveberiyên herêmî wek dibistanên demokrasiyê dibînin. Rêveberiyên herêmî organîzasyonên jiyana civakî ne. Organîzasonên ku kesî cuda nabîne, wekhev û adîlane ne. Rêveberiyên herêmî pratîka demokrasiyê ne.”   ‘Hûn dixwazin çawa bên birêvebirin?’   Îlknurê, da zanîn ku bi hiblijartinan diyarkirina rêveberiyan divê li gorî fikra lihevkirina bajaran pêk bê û wiha daxuyand: “Em hewl didin fikra wekhevî, azadî û adîlane şaredariyê bikin. Di vê pêvajoyê de jî me ev nîqaş kir. Me got zemînek lihevkirinê ya hemû civakê dihewîne dikare bê bidestxistin. Hûn rêveberiyek çawa dixwazin? Hûn dixwazin çawa bên birêvebirin? Bi van pirsan û  nêzîkatiyek hevpar dikarin biçin hibijartinan.”   Rêgezên lihevkirina bajar çi ne?   Îknurê der barê rêgezên lihevkirina bajar de wiha vegot: “Li gorî pîvana civakîbûn û gelparêziyê ku em diparêzin, divê ne zayendperest û nîjadperest be. Hukmên edaletê wê  van rêgezan bihewîne. Wê bandor li ser hemû hcureyên bajar bike. Wê bi zemînên lihevkirinê ku gel dikare xwe îfade bike biçin hilbijartinê. Van gavên têkildar em ê bi hêza xwe pêk bînin. DEM Partiyê dema stratejiya xwe ya rêveberiyên herêmî ya sala 2024’an aşkera kir, ne bi gotinên dirêj, bi yek hevokekê rota xwe xêz kir. Ev gotin jî li Kurdistan û bajarên Tirkiyeyê qezenckirine. Ev stratejiyeke ku destkeftiyê hedef dike ye. Wek her partiyê  me jî bernameya xwe xist dewrê. Em ê propaganda xwe bi awayekî xurt bikin û namzetên xwe derxin.  Em destkeftiyê esas digirin. Em li bajarên Tirkiyeyê jî  bi navê DEM Partiyê wê mafê gel radest bikin. Ev jî ji bo civakê hêviye û hewcedariya Tirkiyeyê bi vê heye.”   ‘Em tu carê dest ji xeta hevserokatiyê bernadin’   Îlknurê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku taybetiya wan ya herî mezin a ku wan ji partiyên din dide alî partiya jinê ye û bi lêv ku yek ji cihên ku herî zêde xeta wekhevî û azadiya jinê xwe lê dide xuyakirin qada rêveberiyên herêmî ye. Îlknurê ev tişt anî ziman: “Di civakên Rojhilata navîn de garabetên mezin hene. Panjehra vê rizgariya rast û fikra hêviyê ye. Ev ev xeta jinê bi polîtîkayan tên tunekirin. Di rêveberiyên herêmî de hevserokatî taybetiyek mezin e. Prensîbeke ku tu carê em dest jê bernadin e. Em têkoşîna avakirina wekheviya civakî didin. Riya aştiyane di vir de derbas dibe. Ji ber vê em bi coş û hewldanek mezin diçin hilbijartinan. Me li 90 navendî pêşhilbijartin pêk anîne û gel dersek mezin a demokrasiyê da. Ji bo pirsa ‘Hûn dixwazin çawa bên birêveberin’ fikra lihevkirina bajar derket. Lihevkirina bajar wê di zemîna ku gel xwe têde dibîne, têde edalet pêkane û ji nîjadpestî, zayendperestiyê dûr be.”